Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan: 15’ê Tebaxê pîroz be

Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) bi daxuyaniyeke nivîskî 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê pîroz kir.

Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) bi daxuyaniyeke nivîskî 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê pîroz kir.

Daxuyaniya TŞYG’ê wisa ye;

“Pêngava 15’ê Tebaxê ya ku 33 sal berê ji aliyê PKK’ê hate kirin li hemberî mêtingeriyê, vejîna Kurdan pêk aniye. Di warê pêşxistina berxwedana çekdarî de Pêngava 15’ê Tebaxê xwediyê roleke dîrokî ye. 15’ê Tebaxê hêviya berxwedan û têkoşînê ji nû ve ava kiriye.

Di dîrokê de li ser gelê Kurd ji aliyên hêzên faşîst û mêtinger êrîş û qirkirin hatiye kirin û xwestine gelê Kurd ji dîrokê biavêjin. Qirkirina çandî gihiştiye qirkirina fîzîkî. Gelê Kurd di warê çandî, siyasî, civakî û ekonomîk de pêkutî lê hatiye kirin û hêzên faşîst û mêtinger xwestine gelê Kurd tune bikin.

Pêngava 15’ê Tebaxê ya 1984’an di warê vejîna neteweyî de roleke girîng bi cih aniye. Vê pêngava ku gulleya pêşîn lê hatiye teqandin ferast û giyanê mêtingeriyê şikandiye û xweliya ser li ser civakê rakiriye û li hemberî faşîzmê berxwedan xurttir kiriye.

Gelê me û hêzên şoreşger û demokratîk ji 15’ê Tebaxê gelek hêz û hêvî wergirtiye. Serkeftina di şerê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê bi zindîkirina giyanê berxwedanê yê 15’ê Tebaxê mumkun e. 15’ê Tebaxê  mîrateke şoreşgerî ji me re hiştiye. Xwedîlêderketin û geşkirina vê mîratê ji bo me girîng e.

Em bang li hemû aliyên şoreşger û demokratîk dikin ku bi giyanê berxwedanê yê 15’ê Tebaxê em li dijî faşîzma AKP-MHP’ê têbikoşin, berxwedanê geştir bikin û ji dijmin hesap bipirsin.

Em 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê ya gelê Kurd pîroz dikin û hemû şehîdên têkoşînê bi bîr tînin.”