TEV-DEM: Êrîşên Tirkiyeyê nîşaneya piştgiriya dide DAIŞ’ê ye

Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser çeperên YPG’ê, nîşaneya ku Tirkiye dîsa li ser rex çeteyên DAIŞ’ê disekine ye.

Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser çeperên YPG’ê, nîşaneya ku Tirkiye dîsa li ser rex çeteyên DAIŞ’ê disekine ye.

Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê derbarê êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî nuqteyên YPG’ê yên li ser sînorê Kobanê û Girê Spî de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Di 24’ê Cotmehê de dewleta Tirk li ser sînorê Kobanê û Girê Spî dest êrîşên li ser nuqteyên YPG’ê kir. Bi van êrîşan re daxuyaniyên rayedarên dewleta Tirk ên li dijî Rêveberiya Xweser jî zêde bûne. Ev dijminahiyeke pir mezin e û qanûnên navneteweyî binpê dike. Her wiha ziyanê dide têkiliyên cîrantiyê.

YPG hêza yekemîn e ku karibû li hemberî DAIŞ’ê bisekine û li gelek herêmên Rojava serketinan bi dest bixe. Ev hêz aliyekî sereke yê koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê ye. Dewleta Tirk jî aliyekî vê koalîsyonê ye, lê li şûna ku hevkariya YPG’ê bike, hewl dide ku vê hêza li dijî DAIŞ’ê disekine, têk bibe. Ev bi xwe nakokiyek cidî ye û xetereya wê heye.

Divê hêzên ku serkêşiya koalîsyonê dikin, vê yekê piştguh nekin û zextê li ser dewleta Tirk bikin da ku siyaseta xwe biguhere û êdî dijmina gelê Kurd û YPG’ê neke.

Hişmendiya înkar û qirkirinê ji bilî şer û xwînrijandinê tiştek neaniye. Heta niha jî gelê Kurd li hemberî vê hişmendiyê têkoşîna xwe didomîne. Îradeya azad a gelê Kurd karîbûye ku li ser vê rêyê gelek serketinên girîng bi dest bixe, her wiha rêya xilasbûna gelê Kurd û gelên herêmê veke.

Bi taybetî piştî hewldanên ji bo çareseriya pirgirêka Sûriyeyê û serketinên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên li hemberî DAIŞ’ê,  pêwîste dewleta Tirk xwe ji vê hişmendiyê xilas bike. Eger van êrîşên xwe bidomîne, ev tê wateya ku Tirkiye dîsa li rex çeteyên DAIŞ’ê disekine. Tirkiye îdîa dike ku ew aliyekî koalîsyona navneteweyî ye, lê li aliyê din dijminahiya gelê Kurd dike. Ev nakokî ye.

Em van êrîşên Tirkiyeyê şermezar dikin û bang li gelê xwe dikin ku destketiyên xwe biparêzin. Em ji koalîsyona navneteweyî dixwazin ku zêdetir zextê li hikûmeta Tirkiyeyê bike da ku van êrîşan bisekinîne.”