TEV-DEM dê kîmyabarana Helebê lêkolîn bike

TEV-DEM dê kîmyabarana Helebê lêkolîn bike

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li Helebê bikaranîna madeyên kîmyawî şermezar kir û diyar kir ku ew ê komîteyekê lêkolînê ava bikin. TEV-DEM bang li sazî û rêxistinên mafên mirova yên navnetewî jî kir ku komîteyeke lêpirsînê ava bikin.

TEV-DEM’ê derbarê bikaranîna çekên kîmawî ku hêzên rêjîma Bassê di bombebarana li ser Taxa Şêxmeqsud a Helebê de bikar anîbû de daxuyaniyek nivskî weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li ser Suriyê tundî her ku diçe zêde dibe û bi taybet li bajarê Helebê ev salek ji ber bombebarana rêjîma Suriyê û topbarana hedû aliyên şer wêranî pêk hatiye.

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di dema li Suriyê behsa projeya çareseriya siyasî dihate kirin de, bombebarana hêzên rêjîma Bassê zêde bûne û hem rejîmê hem jî komên çekdar şerê xwe li herêmên aram belav kiriye. Di daxuyaniyê de hate gotin ku herdû aliyên şer herêmên bi aram li Suriyê nehiştine.

Di daxuyaniyê de hate bibîranîn ku di bombebarana duh a li ser taxa Şêxmeqsud de gaza siyanîd hatiye bikaranîn, di encamê de 2 zarok û jinekê jiyana xwe jidest dane û 11 kes birîndar bûne. Her wiha 5 kesên bi hewara birîndaran çûne jî bi jehrê ketine.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hîn nehatiye hînbûn ka kîjan aliyê şer çekên kîmawê bikar anîne û hate diyarkirin ku ji bo derxistina holê ya bûyerê TEV-DEM’ê komîtiya lêpirsînê ava kiriye.

Di daxuyaniya ku êrîş hatin şermezarkirin de bang li saziyên mirovî û rêxistinên mafên mirovan ên navnetewî hate kirin ku komîteya lêpirsînê ava bikin.