Temellî: Welat wê ji AKP'ê xilas bibe û aram bibe

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî got, welat bi xilasbûna ji AKP'ê wê aram bibe. Temellî her wiha hişyarî da û bal kişand ser dek û dolabên di hilbijartinê de bên gerandin.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî di çarçoveya karê hilbijartinê de li Eskîşehîrê tevlî çalakiya danasîna namzetan bû.

Temellî ev peyam da: "Vî gelê bi rûmet ti caran li ber zilmê serê xwe netewandiye. Têkoşîna gelê bi rûmet Kurdan giha jinan, kedkaran, karkeran û gelên Tirkiyê. Ev pevgihîn wê bendên demokrasiye hilweşîne.''

Temellî komkujiya Çorûmê bi bîr xist ku îro salvegera komkujiya Çorûmê ye û got, "Em li cografyayeke komkujiyan dijîn. Êşa me hevpar e. Divê em bi van êşan re hevrû bibin. Di ser Geziyê re 5 sal çûn, ên ku li Geziyê jiyana xwe ji dest dan me ji bîr nekir. Ne Ethem, ne Alî, ne Berken û ne jî Medenî..

Ên ku digotin bila Kobanê nekeve bi provakasyonên dewletê hatin kuştin. Yasîn Boru û 53 canên ku ji dest me çûn..Êşa me yek e. Divê em vê cografyayê ji coğrafyaya komkujiyan xilas bikin û bikin coğrafyaya jiyana hevpar."

'WELAT BI RIZGARBÛNA JI AKP'Ê WÊ ARAM BIBE'

Temellî bi berdewamî bal kişande ser polîtîkayên AKP'ê û got, "Ew dixwazin  nasnameyan bi hev bidin şerkirin, ew ji cihêrengiyan dijminatiyan ava dikin, politikaya şer dikin. Li dijî Kurdan nîşana guran dikin, wan tine dihesibînin. Dest li ser mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê datînin. Qeyûman tînin ser şaredariyan, li dijî referanduma Kurdistana Iraqê disekinin. Bermahiyên DAÎŞ'ê dişîne ser Efrînê. Em dibêjin, dema ku ev welat ji vê desthilatdariyê rizgar bû, wê aram bibe."

'DIXWAZIN HILBIJARTINEKE BI DEK Û DOLAB BIKIN'

Temellî dek û dolabên AKP'ê yên dema referandûma 16'ê Nîsanê bi bîr xist, got nêzî 800 hezar deng dizîn û bal kişande ser politikaya veguhaztina sendoqan a li bajarên Kurdistanê. Temellî got, "Bi vê dixwazin hilbijartineke bi dek û dolab bikin."

'80 PARLAMENTERÊN ME DIXWAZIN, EM LÎSTIKÊ XIRA BIKIN'

Temellî hesabên AKP'yê yên bi mebesta ku HDP'ê bendê derbas neke bi bîr xist û got, "Dema ku HDP neçe parlamentê AKP wê bibe xwedî 301 parlamenterî. Hemû derdê wan ew e ku dest li ser 80 parlamenterê HDP'ê deynin". Temelî li ser van hesabên AKP'ê got, "Naxwe 25'ê Hezîranê ji bo ku em li hêviyê şiyar bibin divê em xwedî li sendoqan derkevin. Ne em ê 400 parlamenterî bidin, ne em ê Eerdogan bikin serokkomar û ne jî serok."

'DEMÎRTAŞ DENGÊ HEQÎQETÊ YE'

Temellî li ser rewşa Demîrtaş jî got, "Binerin, namzetê me yê serokkomariyê ev 18 meh in girtî ye. Li gel hemû neheqiyan girtî ye. Dadgeha Destûrê pê li destûra xwe jî dike. Hûn dikarin wî bigirin lê nikarin rê li ber fikrên wî bigirin. Ev raman li ku derê jî be wê dengê xwe zêde bike. Demîrtaş dengê heqîqetê ye."

'HER KES LI BIN BANÊ HDP'Ê TÊ CEM HEV'

Temellî wiha domand: "Em ê li her devera Tirkiyê dengê heqîqetê bilind bikin. Niha gel diaxive; alîgirên demokrasiyê, aştîxwaz, Elewî, hêzên sosyalîst li bin banê HDP'ê têne cem hev. Em ê ji Eskîşehîr 1 an jî 2 nûnerên xwe bişînin parlamentoyê. Em ji bo ku bajarê xwe û xwe rê ve bibin em ê biçine Enqerê. Em bi mebesta ku pergala wesayetê hilweşînin diçin."

'EM Ê DESTHILATDARIYA ZORDAR HILWEŞÎNIN'

Temellî dawiyê wiha bang kir: "Werin em bi hev re li gelên me xwedî derkevin. Bi bernameya belavkirina li ser heqiyê em welatekî dadmend ava bikin. 25'ê Hezîranê destpêk e. Em dizanin ku em mafdar in û em ê bi ser bikevin. Em ê vê desthilatdariya zordar hilweşînin û ji holê rakin. Em ê bibin kevir, Demîrtaş û bi ser wan de bibarin. Ji bo dahatuya me, ji bo zarokên me em mecbûrî vê ne. Em welatekî azad û demokrat dixwazin. Em dixwazin bi aramî, bi hezkirinê bijîn."