Temellî: Ti ferq di navbera peyama Ocalan û HDP’ê de nîne

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî got: “Em ê hêzê xwe di hilbijartina 23’yê Hezîranê de nîşanî bloka AKP-MHP’ê bikin.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di çarçoveya hilbijartina Stenbolê de serdana Komeleya Endamên Perwerdehiyê ya endamê wê ye kir. Temellî li vir rojevên heyî nirxand.

Temellî got: “Rojeva niha herî germ di nava hemû aliyan de hilbijartina Stenbolê ye. Siyaseteke li ser Stenbolê kûr bûye heye. Me bi israr bal kişand ser 31’ê Adarê û beriya wê ya rewşa Tirkiyeyê û hemû pirsgirêkan. Siyaseta heyî pirsgirêkan bi xwe re tîne. Hişmendiyeke ku dixwaze siyaseta demokratîk tesfiye bike heye. Hêz û potansiyele me ya derbaskirin vê heye.”

 ‘EM DIJBERÎ HIŞMENDIYA BLOKKIRINÊ NE’

Temellî bal kişand ku hemû pirsgirêk li dorî pirsgirêka Kurd digihêje hev û wiha pêde çû:

“Divê em bi hev re tevger bikin. Divê rewşenbîr, mamoste, rojnamevan û rêxistinên civaka sivîl bibin ye. Divê hemû beşên civakê baxivin. Yan jî wê ev mijar jî weke mijarên din neyê çareserkirin û wiha bidome. Stratejiya me ya giştî li ser vê yekê pêş ve diçe. Divê em 24’ê Hezîranê û siberoja Tirkiyeyê baxivin. Stratejiya me derbaskirina neçareseriyane. Me qala Îtifaqa Demokratîk kir. Li Tirkiyeyê bingehek yê siyasetê tine ye, wê ev bingeh jî bi Destûreke Bingehîn a Demokratîk pêkan be. Weke duh îro jî xebatên me dewam dikin. Ji bo vê stratejiya me girîng û krîtk e. Siberoja Tirkiyeyê jî girîng e. Nêzîkbûna me ya ji bo hilbijartinê jî li ser vî bingehî ye. Daxwaza me; hişmendiya ku Tirkiye ber bi bilokbûnê û vedigere îtifaqên bazarê dûr bixe û bingehê siyaseteke azad hilberîne ye.

‘DAXUYANIYA RÊZDAR OCALAN DIVÊ EM BI GIŞTÎ BINIRXÎNIN’

Dema 31’ê Adarê helwesta me ya dengdanê gelek diyar e. Divê Tirkiyey di nava blokande de asê nemaya. Di nava herdu îtifaqan de tengav nebûya û rêya seyemîn bidîta. Stratejiya me ya hilbijartinê serketiye. Desthiltdarî bê çare maye û her roj vê bêçaretiyê tîne ziman. Em ê 23’ê Hezîranê jî bi heman têgihê biçin ser sindoqan. Di stratejî û tektîka me de guhertinek tine ye. Gotubêjin giran ên li ser Rêzdar Ocalan hene. Dema ku em bi giştî li daxuyaniyên Rêzdar Ocalan temaşe bikin, di nirxandinan de qala girîngiya tifaqa demokrasiyê dike. Divê em bi giştî li gotinan binêrin. Di gotinan de qala bêalîbûnê heye. Me jî di hilbijartinan de siyaseta tengavbûyî qebûl nekir. Di hilbijartinê de bi siyaseteke bisînor me xwe tengav nekir.

‘DIVÊ TIRKIYE SIYASTEKE NÛ AVA BIKE’

Li dijî desthilatdariya ku demokrasiyê weke amurekê bikar tîne em têkoşîna aştî û demokrasiyê didin. Li dijî van blokbûnê me bêalîtiya xwe parast. Em ê parastina wê jî bidomînin. Di navbera daxuyaniyên Ocalan û HDP’ê de ferqek tune ye. Rêzdar Ocalan hertim hêviya ji bo aştiyê mezintir kiriye. Tevî ku dibin tecrîdê de ye alîkarî (tevkarî) dide. Binirxe, divê her kes bi Ocalan re baxive. Ev ne bi destûra dewletê. Bi nivîs, maqaleyên xwe divê di mijara çareseriya pirsgirêkê ya bingehîn de pêşbaziyên xwe bibêje. Divê Tirkiye siyaseteke nû ava bike. Divê ji bo pirsgirêka demokrasiyê çareseriyê hilberîne. Divê bi teqez deriyên meclîsê ji civakê re veke. Divê berî demekê bersivê bide hêviyên civakê. Berpisyariyek girîng dikeve li ser milê çapemeniyê.

Ji bo çareseriya doza Kurd em dizanin ku hevdîtina bi Ocalan re çiqas girîng e. Têkildarî hilbijartina 23’ê Hezîranê vê sibê me daxuyanî da. Dema em diçin hilbijartina 23’ê Hezîran û ya 31’ê Adarê me dengê stratejî bikaranî. Em dengê xwe nadin kesan û partiyan. Em ê hêza xwe li dijî bloka AKP-MHP’ê ya ku li pêşiya demokrasiyê ne nîşan bdin. Sibeha 24’ê Hezîrana wê bi hêza sindoqa 23’ê Hezîranê pêk were.”