Temellî ji Erdogan re got: Mala xwe bide hev, tu diçe!

Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî ji Erdogan re got, "Mala xwe bide hev, roja 24'ê Hezîranê tu diçî." Temellî destnîşan kir ku dem dema rizgariya ji desthilatdariya heyî ye.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî di civîna koma partiya xwe de axivî.

Temellî di destpêka axaftina xwe de ji ber bûyerên li Qudsê diqewimin, hikumeta Îsraîlê şermezar kir.

Temellî bi bîr xist ku serdema qanûndanînê ya 26'an wê vê hefteyê biqede û destnîşan kir, ku wê di 24'ê Hezîranê de nehêlin ku monarşî û faşîzm mayinde bibe.

JI ERDOGAN RE GOT: MALA XWE BIDE HEV

Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî di dewama axaftina xwe de ji Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan re got, "Mala xwe bide hev. Ji ber ku roja 24'ê Hezîranê tu yê Qesrê vala bike."

Temellî da xuyakirin ku pirsgirêkên li welêt wê bi HDP'ê çareser bibin û anî ziman ku wê beriya her tiştî ji destûra bingehîn a 12'ê Îlonê rizgar bibin û bi hev re destûreke demokratîk ava bikin.

Sezaî Temellî diyar kir ku namzetê wan ê ji bo Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş ne ji bo bikaranîna erkên Serokkomariyê tê, ji bo guhertina vê sîstemê tê û got, "Tê ji bo rejîma wesayetê biguherîne. Ji bo pir komareke pir alî, laîk û demokratîk, ji bo aştiyê tê."

BENDA HILBIJARTINÊ PIRSGIRÊKA TEVAHIYA TIRKIEYYÊ YE

Temellî anî ziman ku ew dixwazin bi xurtî cihê xwe li Meclîsê bigirin û got, "Meseleya bendê ne tenê meseleya HDP'ê ye, meseleya Tirkiyeyê bi xwe ye. Gelên Tirkiyeyê, mirovê teqawît, jin û ciwanan çawa ku di 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê de bend hilweşandin, roja 24'ê Hezîranê jî wê hilweşînin. AKP a ku niha desthilatdar e, çavkanî, dewlemendî û xwezaya vî welatî talan dike. Dem hatiye ku em ji vê desthilatdariyê rizgar bibin."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku heta 24'ê Hezîranê wê hefteyê heft rojan û bi dîst û çar saetan bixebitin û got, "Em karê ku me di 7'ê Hezîranê de nîvco hişt, niha temam dikin. Ji bo vê jî em dixwazin Selahattîn Demîrtaş azad bibe. Em ê xwedî li sindoqên xwe derkevin. Em bang li gelên Tirkiyeyê dikin ku xwedî li sindoqan derkevin. Êdî her kes wê xwedî li dengê xwe, li îradeya xwe ya siyasî derkeve."

Temellî diyar kir ku wê ji îro heta 24'ê Hezîranê têkoşîna xwe roj bi roj geş bikin û got, "Divê em ji bîr nekin; dengek ji bo Demîrtaş, dengek jî ji bo HDP'ê."