Temellî: Ji bo HDP’ê bin bixin bûne seferber

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Enqerê bi gel re civiya. Temellî bal kişand ku YSK jî di nav de hemû saziyên cemawerî ji bo HDP’ê bin bixin ketine nava seferberiyekê.

Xebatên hilbijartinê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a hilbijartina 24’ê Hezîranê dom dike. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li Tûzlûçayir û Batikentê yên Enqerê bi gel re civiya. Temellî li Batikentê axivî û diyar kir ku HDP a dengê heqîqtê bi domdarî dengê xwe li her derê bilind dike û got: “Em bi hev re bi berxwedana rûmetê ya gelê Kurd, kedkarên Tirkiyeyê, bi têkoşîna yên li dijî şer, mil bi mil em ê bi hev re benda li pêşiya aştiyê bûye asteng hilweşînin.” Temellî bibîr xist ku namzetê serokkomariyê yê HDP’ê Demîrtaş bi awayekî bê hiqûqî tê ragirtin.

Temellî bal kişand ser berdana Demîrtaş û got: “Em li vir carekî din bang li YSK’yê dikin, li gorî rêziknameya xwe tevger bikin û bi lezgîn Demîrtaş berdin. Demîrtaş namzetê Tirkiyeyê ye. Namzetên HDP’ê jî namzetên Tirkiyeyê ne.HDP partiya Tirkiyeyê ye. Ji bo hilweşandina vê bendê û pêşiya demokrasiyê li Tirkyeyê bê vekirin em 24 saetan kar dikin.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî piştî Batikentê li Tûzlûçayirê jî bi gel re civiya. Temellî ê di civînê de axivî, bal kişand ser xeyala Erdogan a bi destxistina 400 wekîlan û got: “Çavê xwe dane 80 wekîlên me. Wê destûra bingehîn bi serê xwe ji nû ve rêk bixe, bi vî rengî wê rêya dîktatoriyê veke. Em rê nadin vê. Enceq HDP’ biçe parlemetoyê li vî welatî demokrasî pêk were. Ji ber ku yê rast vî welatî temsîl dike HDP ye.

Temellî bibîr xist ku bila çareseriyê li ti derê lê negerin û wiha pêde çû: “Eger ku di bin sêwan HDP’ê de me bûn yek wê demê wê çareserî pêk were. Em wê kêşeya Kurd, Ewlewî û hemû gelan çareser bikin. Hem projeya serokkomariyê û hem jî ya partiya me wê pirsgirêkên me yên hevpar çareser bikin û rê dide ku her kes siyasetê bike. Ji bo bidestxistina mafê xwe divê me bi hev re biçin parlmentoyê.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî bibîr xist ku hilbijartina 24’ê Hezîranê fersendeke û diyar kir ku YSK jî di nav de hemû saziyên cemawerî ji bo HDP’ê bixin bûne seferber. Temellî ji bo xwedîderketina li sindoq û dengan banag li erkdarên sindoq û muşahîdan kir û got: “Ji bo bûna erkdarên sindoqan, ji bo bûna muşahîd herî dawî 2 roj mane. Divê em van du rojan baş binirxiînin. Ji bo dengên me ne dizin. YSK jî di nav de hemû saziyên cemawerî ji bo HDP’ê di bin benda hilbijartinê de bihêlin bûne seferber.

Divê her kes xwedî li dengê xwe derkeve. Em ê li gel hemû namzetên xwe, hemû teşkîlata xwe, pêkhate û saziyên li gel îtifaq pêk anî û gelê xwe, 24’ê Hezîranê benda hilbijartinê hilweşînin.”