Temellî: Erdogan bikeve wê çareserî jî bibe
Temellî: Karê me 7’ê Hezîranê nîvî hiştî, em ê 24’ê Hezîranê bi hev re temam bikin. Em hemû li gel gelê xwe erkdarên sindoqan in. Sindoqan bibin kû bila bibin em li pey wan in.”
Temellî: Karê me 7’ê Hezîranê nîvî hiştî, em ê 24’ê Hezîranê bi hev re temam bikin. Em hemû li gel gelê xwe erkdarên sindoqan in. Sindoqan bibin kû bila bibin em li pey wan in.”
Xebatên DHP’ê yên di çarçoveya hilbijartina 24’ê Hezîranê de dom dike. Hevserokê Giştî yê DHP’ê Sezaî Temellî li navçeya Erxanî ya Amedê bi dengdêran re civiya.
Temellî di axaftinên xwe yên li vir de ev tişt gotin:
“Em hatin Erxanî ku digotin; ‘Ne mimkûne ku bigel re bicivin’. Em niha bi gel re civiyan e. Tirkiye li hev civiya, jin ciwan li hev civiya. Em ê 24’ê Hezîranê dîwarên ku we lê kirine di serê we de hilweşînin. Em ê bibin kevir û di ser we de werin.
24’ê Hezîranê dîroka dawî ya zilama ku ev 16 sal in hûn li serê gel tîne ye. Em ê 24’ê Hezîranê biçin ser sindoqan, xwedî li dengên xwe derkevin, dawî li zilmê bînin. Wê aşît were vî welatî, demkokrasî were. Wê hemû hevrêyên me yên girtî bên azadkirin.
Li dijî faşîzmê me mil daye mil, em bi gelên Tirkiyeyê re hatine ba hev. Ji bo şikandina tecrîdê me mil daye mil. Ji bo pêşiya aştiyê bê vekirin divê dawî li vê tecrîdê bê. Ev tecrîd bi dawî nebe aştî nepêkan e. Ji bo bidawîkirina şer divê ev polîtîka bi dawî bibe. Ev desthilat neçe, ne aştî û ne jî demokrasî pêkan e. Heta ku bingehek demokratîk nebe, aştî pêk nayê. Ev desthilat desthilata Erdogan e. HDP wê biçe parlementoyê û demokrasiyê bîne welatû wela ji Erdogan rizgar bike.
Ev gel ji derveyî şer tiştekî din naxwaze. Pêwîstiya gel bi şer nîne. Pêwîstiya vî welatî bi perwerdehiyê û siberojeke ronî heye. Pêwîstî bi aborî û tenduristiyê heye. Şer bi dawî bibe û aramî pêk were. Êdî dme hatiye ku em ji vê hişmendiya şer rizgar bibin, vê jî em ê bi hev re ava bikin.
24’ê Hezîranê bi hilweşandina bendê wê dawî li desthilata Erdogan bê û em ê bi hev re gel bikin desthilat. Ev bi tayînkirina qeyûman rêz ji vîna gel re nagirin. Hevşaredarên me girtin. Berxwedana wan a li zindanan hêz dide me. Bi ketina Erdogan re wê aştî pêk were. Wê dawî li qeyûman bê û gel bibe desthilat.
Divê pirsgirêka vî welatî ya demokratîk û aboriyê bi hev re bê çareserkirin. Weke HDP bernameyeke me ya vê yekê heye. Destpêkê em ê vî welatî ji vê desthilatê rizgar bikin. Em bang li hemû beşên li Tirkiyeyê dikin ku werin em destûreke bingehîn a demokratîk amade bikin. Weke namzetê Serokkoamariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û HDP soz didin. Enceq bi vî rengî demokrasî li welat pêk were. Wê demê em dikarin aborî jî çareser bikin.
Karê me 7’ê Hezîranê nîvî hiştî, em ê bi hev re 24’ê Hezîranê temam bikin. Em hemû bi gel re erkdarên sindoqan in. Sindoqan bibin kû bila bibin em li pey wan in. Ew biçin kû em li wir in. Ew nikarin sindoqan ji me birevînin. Em ê xwedî li dengên xwe derkevin. Ji ber ku me duh jî gotiye em ê aştiyê bînin. Em nakevin xevik û davên wan. Ji bo siyaseteke demokratîk, em ê bi hev re li siberoja xwe derkevin.
Rêya me rêya hêviyê ye. Her ku em bimeşin, wê rêya hêvî û aştiyê vebe. Em ji vê rêyê venagerin.”