Temellî: Em ê mil bidin hev û ji vê desthlatdariyê rizgar bibin!
Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî got heke ew ji hilbijartinê bi serkeftî derkevin, 25’ê Hezîranê her kes wê govenda aştiyê bigerîne.
Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî got heke ew ji hilbijartinê bi serkeftî derkevin, 25’ê Hezîranê her kes wê govenda aştiyê bigerîne.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî bi çarçoweya xebatên hilbijartinê tevlê bernameya vekirina bûroya hilbijartinê ya Esenyûrtê ya Stenbolê bû. Bi hezaran kes tevlî bernameya li taxa Fatîhê bû.
‘EM Ê MIL BIDIN HEV Û JI VÊ DESTHILATDARIYÊ RIZGAR BIBIN’
Temellî bi Kurdî û Tirkî gel slav kir, got AKP’ê tenê şer û zilm kiriye. Temellî wiha domand: ‘’Bêdadiyê didomînin. Heta 24’ê Hezîranê li her devera Tirkiyê, mal bi mal em ê vê bêdadiyê bibêjin. Em ê dawî li astengiyên li pêş aştiyê bînin. Werin em mil bidin hev û ji vê deshilatdariyê rizgar bibin. Em hesabên wan ên 25’ê Hezîranê têk bibin. Em ê 24’ê Hezîranê ne bi 80 lê bi 180 parlamenterî werin Meclîsê. 25’ê Hezîranê her kes wê govenda aştiyê bigerîne.’’
‘ÊDÎ TI KURD DENGÊ XWE NADE AKP’Ê’
Temelî got gel şepirze û hejar kirine û domand: ‘’Kanên vî welatî hemû kirin şer. Esnaf ji birçîna dimire. Her roj jin têne kuştin. Karê ciwanan tine. Em ê dawî li vê bêdadiyê bînin. Em partiya Tirkiyê ne. Selahattîn Demîrtaş namzetê Tirkiyê ye. HDP partiya Tirkiyê ye. 24’ê Hezîranê ti Kurd wê dengê xwe nede AKP’ê. Em ê 24’ê mehê AKP’ê di sendoqê de veşêrin. Gelê Efrînê wê vegere ser malê xwe. Wê mifteyên qesrê têxin bin paspasê. Em ê jiyana nû ava bikin. Em ê bi ser bikevin.’’
Temellî piştre çû bernameya vekirina bûroyên hilbijartinê yên Başakşehîr û Bagcilarê.