Temellî: Em ê dawî li Rewşa Awarte bînin!

Hevserokê giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, anî ziman ku hemû sozên partiyan bê komkirin bi qasî yên HDP’ê nakin. Temellî diyar kir ku wê Rewşa Awarte demildest rakin û destûra bingehîn a demokratîk pêşniyar kir.

Temellî di civîna HDP’ê de axivî  ya ku ji bo namzetiya Selahattîn Demîrtaş a serokomariyê li Enqereyê hate lidarxistin û got; “Dema destpêkeke nû hatiye.”

Axaftina Sezaî Temellî wiha didome;

“HDP deng û têkoşîna heqîqetê ye. Îro rojek destpêkê ye. Dem dema destpêkeke nû ye. Em tên ku hemû tengezariyên aborî, demokrasiyê, jiyanê vebikin û şer bi dawî bikin û daxwaza gel bînin cih. Em tên û em ê hemû kilîdên girtî vebikin. Dîroka bikaranîna qesrê ya herî dawî 24’ê Hezîranê ye. Wê pergala yekzilamî û rejîm bi dawî bibe. Heke ku hûn li çareseriyê digerin çareserî HDP ye. Em bi milyonan ciwan û jin in û tên. Dem hatiye ku em jî gotinên xwe bibêjin.”

Kurd, Tirk, Ermenî, Elewî, Êzidî, Suryan, Roman, kedkar, jin, ciwan û zarok hûn ne bi tenê ne, HDP heye. Bila AKP nebe qeyûmê dengê we. Em xwedî li nirx û baweriyan derdikevin. Qesrên me yên havîn û zivîstanê tune ne, pereyên me yên sozê cinnetê û qoltixên me yên koledariyê tune ne. Em tu carî ji windakirinê natirsin. Ji ber ku gelê me, tu carî me di nîveka rê de nahêle. Hûn nikarin azadiyê bigirin, lê hûn dikarin bibin azadî bi xwe. Em bi heqîqetê azad dibin. HDP dengê têkoşîna heqîqetê ye.

HEMÛ SOZÊN WAN NABE YEK YA HDP’Ê

A ku HDP’ê cuda dike, qet tawîzan nade. Em weke dostên demên zor û zehmet, bûn partiya demên zor û zehmet. Em tu carî ji ber gefan nereviyan. Bi xwedîderketina gel em tîk li ser piyan rawestiyan. Me li ber xwe da, bi cesaret û seknek bi biryardarî, me têkoşîna xwe ya aştî û demokrasiyê berdewam kir.

Berî her tiştî em soza rêveberiyek xwedî berpirsiyar didin we. Em ê tu carî karkeran û gelan sûcdar nekin. Em ê tundiya li ser jinê tu carî rewa nîşan nedin û nebînin. Em ê îstîsmara zarokan di bin navê “zilamê fehş bixesînin” de pişt guh nekin. Em soz didin ku neynûka we jî zirarê bibîne, em ê xwe berpirs bibînin.

Em soza mezin didin gelan, civakên ji baweriyên cuda, kedkar, jin, ciwan û zarokan ku em ê welatekî demokratîk ê di xeyalên we de ava bikin. Em ê nebin desthilatdariya rê û piran. Pir û rêyên em çêbikin jî em ê bi salan ji we re behsê nekin. Em ê bibin parêzvanên aştî û demokrasiya gelên Tirkiyeyê.

EM Ê REWŞA AWARTE RABIKIN

 Berî her tiştî em ê Rewşa Awarte rabikin û bêhiqûqiyên di Rewa Awarte  de hatin jiyîn, em ê ji holê rabikin. Em ê dawî li qeyûman bînin, vîna gel îadeyî gelê Kurd bikin. Em ê ji bo girtiyên siyasî rêya azadiyê vekin. Bi sedan girtiyên nexweş di girtîgehan de tên girtin. Em ê pergale hiqûqî ya adîlane pêş  bixin.

 Ji bo qanûn û daraz dibin fermana siyasete de nemîne, çi pêwîst be em ê bikin. Em ê Wezareta Dadê ji nava Lijneya Dozger û Dadgeran hilbijêrin. Gava em dibin daraz, mekanîzmayên bi fermanê tên bi rê ve birin tê hişê me. Em ê vê yekê ji holê rabikin.

Em ê aboriyê demokratîk bikin û Bernameya Mafên Civakî bixin jiyanê. Hemû sektorên xwezayî, di serî de çandinî wê bi aştiyane pêş bikevin. Em ê dawî li xizantî û bêkariyê bînin.

Li holê tenê xirecira faşîzmê heye. Derdê me ew e ku em vê xirecirê bi dawî bikin û daxwazên demokratîk ên gel derbixin holê. Ji ber vê yekê berî her tiştî em ê bi pêvajoya avakirina qanûna bingehîn a demokratîk dest pê bikin. Tiştên me di desthilatdariya AKP’ê de jiya, di bîra me de tenê wêrankirin û şer hişt. Lê bîreke aştiyane ya gelên Tirkiyeyê heye.”