Temellî: Dixwazin ku li bajarên Kurdan deng neyê dayin!

YSK'ê serlêdana hikumetê qebûl kir û wê li 19 bajaran cihê dengdanê biguherîne. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî got, "Ji bo nehêlin mirovên li herêmê dengê xwe bidin tiştekî bi vî rengî dikin."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî nerazîbûn nîşanî biryara YSK'ê da ku li gorî serlêdan û dilê hikumetê, sindoqên li 19 bajaran dibin cihên cuda. Temellî bi bîr xist ku Parlamenterê Mêrdînê Mîthat Sancar û Nûnerê HDP'ê yê li YSK'ê Mehmet Tîryakî li ser mijarê bi Serokê YSK'ê Sadî Guven re rûniştin.

Temellî got, "Diviyabû Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) li benda biryara Dadgeha Destûra Bingehîn bûya. Gelek ji serlêdanên 19 walîtiyan bê wate ne û zehmet e ku pêk bên. Nehatiye zelalkirin bê barkirina sindoqan wê çawa be. Ji bo nehêlin ku mirovên li vê herêmê dengê xwe bidin, ev yek hatiye kirin. Nepêkane ku ewqas dengdêrên ku hejmareke zêde ye, li cihekî din dengê xwe bidin. Li YSK'ê di dema hevdîtinê de ev yek ji Serokê YSK'ê re hate vegotin. Tevî vê yekê jî biryareke wiha dane. Ev jî nîşan dide bê wesayeteke çawa ya dijwar heye."

Parlamenterê HDP'yî Mîthat Sancar gotibû, biryar wê bandorê li 270 hezar dengdêrî bike.