Temellî: Çareseriya herî rasteqîn li Imraliyê ye

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî li dijî tecrîda li ser  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan helwest nîşan da û got, çareseriya herî rasteqîn a hemû kêşeyan li Îmraliyê ye.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî têkilî pêvajoya hilbijartinê, grevên birçîbûnê û êrîşên li ser partiya wan ji ANF’ê re axivî.

Temellî got, li her deverên programeke wan a tije ye heye û her devera ku diçine gel bi coşî wan pêşwazî dike.

 ‘LEYLA GUVEN LI PÊŞ DIBEZE’

Temellî diyar kir, girse pir biryardar û xwedî vîn in, mirov heta niha li dijî şertên faşîst ên bedest heta niha bi hêrseke bêdeng in lê bi mîtîng û çalakiyên weke vê demokratîk hêrsa wan derdikeve holê. Temellî got, ‘’Ev coşiya gelê me, me kêfxweş dike. Mirov 31’ê Adarê jî wê vê biryardariya xwe nîşan bidin. Bila kes gumanê ji vê nebe.’’

Temellî got, di hibilartinê de ew ê encameke baş bistînin, li gel ku qeymeqam, walî mîna serokên rêxistinên navçe û bajêr ê AKP’ê bin dixebitin jî ew ê qeyûman biqewirînin û dawî li hebûna wan bînin.

Temellî diyar kir, têkoşîn ne tenê ji bo standina şaredariyan e, ji bo geşkirina têkoşîna demokrasî û aştiyê ye, hilbijartin ji bo şikandina tecrîdê û têkbirina polîtîkayên şer tê kirin, ew ne ku dikevin hilbijartina xwecih tenê û domand, "Ango em qonaxa têkoşîneke domdirêj baz didin. Li gel hemû gelê me û rêxistinên me, li herî pêş jî Leyla Guven û hevalên me yên din ên di grevê de hene. Em hewl didin ku bigihin wan."

 ‘ME TIM DESTÊ XWE BI IMRALIYÊ VE KIR’

Temellî got li dijî bêdadiyeke giştî têdikoşin, diyar kir li her devera Tirkiyê bêdadiyeke mezin heye, dad li hêwanên dadgehan nemaye, jib o vê jî li dijî tecrîdê têkoşîna dadê ye û got, ‘’Demak u mirov li 4 salên dawî yên Tirkiyê dinere ev bêdadî ji kû tê? Mirov dikare vê weke pêvajoya ku dice 5’ê Nîsana 2015’an û piştî wê bixwîne. Ji bo vê jî,  dema ku me digot bila Tirkiye nebe tecrîd, ber bi rejîmeke faşîst û otorîter ve neçe û welat demokratîk bibe me tim destê xwe bi Imraliyê ve kir.’’

Temellî bi domdarî got beşek ji Tirkiyê ev fêhm nekir, dibêjin, ‘’çima hûn serê kêliyekê behsa tecrîdê û Imraliyê dikin?’ Raya giştî ya çepgir-sosyalîst a Tirkiyê ji vî alî ve li meselê dinere. Belkî jî Leyla Guven li dij vê îtîraz dike. Ango li dijî vê rewşa fêhmnekirinê û bêbihîstyarî mayinê îtîraz dike.’’

JI BO KU TECRÎD BI DAWÎ BIBE

Temellî bi domdarî got, tişta ku Leyla Guven îtîrazî wê dike ew jî îtîraz dikin û got, ‘’Em partiya siyasî ya vî welatî, li ser nave çareseriya demokratîk, ji bo ku civak di vê çareseriyê de bi insîyatîv rabe û tecrîd bi dawî bibe em bang dikin. Ev daxwazeke têra xwe vekirî, biheq, rewa û hiqûqî ye.’’

HEKE HÛN VÊ DAXWAZÊ NABÎNIN HÛN NAXWAZIN MESELEYA KURD ÇARESER BIBE

Temellî bi domdarî  got, ‘’Heke hûn vê daxwazê nebînin ev tê wê maneyê ku hûn naxwazin meseleya Kurd çareser bibe û ji neçareserkirina  vê xwe xwedî dikin. Naxwe ev neçareserkirina bi we re sêwirîneke desthilatdariyê çêdike. Divê ev sêwirîn were xirakirin. Ji ber ku ev sêwirîn van 4 salên dawî tenê şer, tundî, zilm, bêdadî, bêhiqûqî û gendelî zêde kiriye. ‘’

Temellî got di raya giştî ya Tirkiyê de, mirovên çepgir û sosyalîst jî li ser meseleya Efrînê helwest nîşan nedane, me got, ‘’Ev ê ne tenê ji bo Efrînê, ji bo welatê me jî bibe sedema şertên kambaxtir.’’ Vaye rewşa aborî û cotkariyê li hole ye,  tecrîd jî ji bo vê li cihekî krîtîk e. Meseleya Kurd jî jib o vê li xaçerêka hemû kêşeyan e. Heta ku hûn cave xwe ji vê re bigirin hûn nikarin çareseriyê bibînin.’’

 ‘BI DIJMINATIYA LI KURDAN DESTHILATA XWE DIDOMÎNIN’

Temellî got desthilata AKP-MHP’ê bi dijminatiya li Kurdan xwe didomîne û got, ‘’Va mesela hate heta wê devera ku bibêje, ‘’Kurd bila bicehimin’’. Her kesî dike dijmin. Ev nêzîktêdayin yek ji  xirabiya herî mezin e e ku wê li vî welatî were kirin. Em ê nekevin van kemînan. Bi sedan sal in bi hev em dijîn. Îro Kurdan sûcdar dike, Kurd tenê li Colemêrgê dijîn? Mezintirîn bajarê Kurd Stenbol e, li Enqere, Aydin, Izmîr, Antalya û Manîsayê binerin. Hûn li cografyayeke wiha dijîn ku mirovan ji hev veqetînin? Desthilat hewl dide ku vê bike.’’

'HER KES ÊDÎ JI ERDOGAN ACIZ BÛYE'

Temellî got, "Gelo çêdibe ku Serokkomarek ji 20 milyon mirovî re bêje 'Bicehimin, biçin'? Vî welatî gelek Serokkomar dîtin. Ti ji wan meseleya Kurd çareser nekir. Hemû ketin nava heman şaşiyê. Hemûyan ji bo çareseriya meseleya Kurd serî li polîtîkayên ewlekariyê dan. Tundî û zext kirin. Lê belê ti ji wan ji 20 milyon mirovî re negotin 'Bicehimin, biçin'. Aqlê xwe winda kiriye. Welê li vê desthilatdariyê hatiye ku nikare siyasetê bike. Tê dîtin ku bi sîstema hikumetê ya serokkomar nabe. Ji ber vê yekê her roj em neçar in van êrîş û heqaretên li me tên kirin, bibihîzin.

Her kes êdî aciz bûye, bêzar bûye. Serokkomar rojê herî kêm 4 caran derdikeve televîzyonan. Ji ber ku Serokkomar e vê yekê ferz dike. Her axaftina wî li 90 ji sedî yê qenalan bi zindî tê weşandin. Dixwaze di her kêliyê de bikeve mal û mejiyê mirovan. Lê kes lê temaşe nake. Di lêkolîna herî dawî de daketiye rêza 51'ê. Îro lêkolîn were kirin wê daketibe rêza 70-80. Piştî hefteyekê wê mirov êdî televîzyonan protesto bikin. Ji ber ku her roj bi heman nefret û gotinên tundiyê bandorê li psîkolojiya mirovan dike. Ji kîjan nêrîna siyasî dibe bila bibe, kes vê yekê heq nake. Kes Serokkomarekî wiha heq nake."

'KURD WÊ DENGÊ XWE NEDIN AKP'Ê'

Temellî diyar kir, Kurd wê dengê xwe nedin tifaqa AKP-MHP'ê û got, "Nikarin ewqas heqaretan hezm bikin. Ewqasî dev diavêje me, bila biçe li namzetên xwe binerine bê bi kîjan zimanî diaxivin? Gelo namzetê wan li Wanê bi zimanê Çînî diaxive? Bi Kurdî diaxive."

Meselî destnîşan kir, mesele êdî rizgarkirina nasnaameye ji bin zextan e û got, "Bi navê Tirkîtiyê diaxive, lê hurmeta xwe ji Tirkan re nîne. Hurmeta xwe ji nêrîna wan nîne. Hurmetê nade kesên ku deng dide partiya wî jî. Tirk jî li vî welatî gelek e. Îradeya wan jî ya azad heye. Rabûye bi îradeya Tirkan li dijî Kurdan şer îlan kiriye. Tirk tiştekî wiha qebûl nakin. Ji ber vê yekê divê herî zêde Tirk li ber vê yekê rabin. Kurd ji xwe li dij derdikevin. Divê Tirk jî bêje 'Tu nikare bi navê nasname û îradeya min tevbigere'."

'EM ALTERNATÎFA DEMOKRASIYÊ PÊŞKÊŞ DIKIN'

Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî bi bîr xist, AKP'ê di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de 7 ji sedî yê dengan winda kir û got, "Wê niha ewqasî din dengan winda bike. Ji ber ku di heman rêya şaş de dimeşe. Tiştekî ku ji aliyê siyasî ve bide Tirkiyeyê êdî nîne. Lewma wê mirov di siyasetê de xwe nêzî AKP'ê nekin. Mirov wê li alternatîfên din binere.

Me alternatîfa avakirina komareke demokratîk, aştiyane, laîk û pir reng danîn ber mirovan. Me alternatîfa dewleta hiqûqê û cudahiya hêzan a ji hev danîn holê. Me alternatîfa azadiya îfade û çapemeniyê nîşan dan. Me alternatîfa ji bo paşerojeke bi hêvî danîn holê. Yên din çi danîn holê? Ne tiştek. Tirs, gef, zext û tundiyê datînin holê. Ji dubareya ya berê bendewar in.

Em civakê dawetî alternatîfa rejîmeke parlamenter pir reng a xurtkirî û demokrasiya xwecihî dikin. Di vî warî de yên din alternatîfekê pêşkêşî gelan, kedkaran, jinan nakin. Ji ber vê yekê yekane alternatîf HDP ye. HDP hêvî ye, paşeroj e, aştî ye, demokrasî ye."