Temelî bang li Erdogan kir: Werin em aborî baxivin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî , bal kişand ku Erdogan di serî de hemû partiyên siyasî xwe li aborînasiyê tînin der û got: “Werin em aboriyê baxivin.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Amedê çû serdana Odeya Pişesazû û Bazirganiyê.

Temellî di serdana xwe dea axivî û bibîr xist ku hemû Tirkiye li benda çareseriyê ye.

Temmelî got: “Ev demeke dirêje li ser kêşeya ku wê çawe pirsgirêk bê çareserkirin kûr û dirêj dixebitin” û got: “Beriya niha jî me civîn lidar xistibûn. Em li Gel OSTD’ê jî civiyan, her wiha me sûd ji saziyên din jî girtin. Bernameya me li ser du teweran e, yek aliyê siyaseta demokratîk a din jî aboriya demokratîk e.

Temellî bibîr xist ku Tirkiye di warê aborî û siyasî de li ber hilbweşînên cidî ne û got: “Erdogan dibêje; ‘Ez aborînasim’. Ez bang li hemû lîderên ku xwe li aborînasiyê tînin der dikim, werin em bi hev re aboriyê baxivin. Hemû lîderên siyasî xwe li aborînasiyê tînin der, ez li vir bang li hemû lîderên siyasî dikim ku werin em li dorî maseyekê li hev kom bibin, bila çapemenî were me li ser aborînasiyê baxivin. Pêwîstiya vî welatî hinek li ser aboriyê baxivin heye.”

16 yıldır, iktidarda olan AKP’nin “her şeyin sorumlusu değilmiş gibi 2002 vaatleriyle halkın karşısına çıktığını” hatırlatan Temelli, şöyle devam etti: “Geçenlerde cumhurbaşkanı ‘dövizleri bozdurun’ diyor. Kimin yastığın altında döviz var. Tüm Türkiye’de bu kadar çok işsizlik varken, tüm iş dünyası kan ağlıyorken yastığın altında döviz gelmesi beklentisindeler. Anlıyoruz ki durum vahim. Görünenden çok daha vahim bir tablo bizi bekliyor.”

Temellî daxwaz û niyazên AKP’ê yên ku ji roja hatî ser desthilatê û heta niha bibîr xist û diyar kir ku hikûmeta AKP’ê dixwaze bi heman rêbazê xwe li ser desthilatê bigire.

Temellî di serdana xwe yal i DTSO’yê de bal kişand ser van xisûsan:

“Yekane sedemê berdewamkirina kirîzan ne tenê nezanîna aboriyê ye, di heman demê de sedema nezanîna demokrasiyê ye jî. Rejîam yek kesî dide pêş. Ji xwe yekane çareserî gava yekem demokrasî ye. Eger dahata vî welatî wek hev bê parvekirin wê sêwana demokrasiyê jî bilind bibe.

BENDAVA HDP’Ê, BENDAVA DEMOKRASÎ Û AŞITIYÊ YE

“Pêşiya demokrasiyê vekirin girêdayî 24’ê Hezîranê ye. Hilbijartin xwedî girîngiyekê ye. Bendava hilbijartinê ya dijî HDP’ê tê pêkanîn li dijî demokrasiya Tirkiyeyê û aştiyê ye. Em ê vê bendê bi hev re bi hemû hemwelatiyan re li ser bingehê Komara Demokratîk derbas bikin. Çawe ku di hlbijartinên 7’ê Hezîranê de me bendav hilweşand, divê em vê ya di 24’ê Hezîranê de jî serbêxin. Ger em vê bendavê ne hilweşînin wê dawî li pirsgirêkên aborî neyê.”

DIVÊ DAWÎ LI BUDCEYA ÎSRAFKAR WERE ANÎN

“Em dizvirin heman nuqteyê, krîza 94-2001’an dijîn. Me duh bernameya xwe ya belavkirina bi heq bi raya giştî re parvekir. Me bi taybet balkişand li ser hejarî, bêkarî û belavkirina budceya bê edaletî. Di vê em dawî li vê budceya îsrafkar bînin. Divê em ji vê têgiha şer rizgar bibîn.”

DIVÊ JI KONSEPTA ŞER RIZGAR BIBIN

“Veberhênana rast û parvekirna bi heq di rastiyê de nayê kirin. Ji bo em vana derbas bikin pêdivî bi siyaseteke nû heye. Tirkiye îro welateke ku zêde îsrafê dike, bi taybet bi duceya xwe. Hem mesrefên qesrê û hem jî budceya konsepta şer tê kirin. Divê ji vê konsepta şer rizgar bibin. Ji bo ku zava zengîn bibin bi ÎHA û SÎHA; ji bo ku çavkanî ji Rûsyayê re were çêkirin santralên nukleer. Tirkiye bi vî şêwazyî ji vê hejartiyê rizgar nabe.”

MEZINBÛNA BEREVAJÎ

“Îro mezinbûneke berevajî heye. Li vî welatî maliyeta vê em hemû bihevre didin. Çavkaniya îsrafê tenê di budceyê de nîne. Polîtikaya teşwîqê heye û herêma hejmar 6 ev herêm e. Dibêjin dahata di navbera herêman de me ji holê rakiye. Lê beriya her teşwîqekê herêm baştir xuya dikir. Aqilê aborî yê vê desthîlatdariyê Tirkiyeye ber bi kendalê ve dibe. Ji vê kendalê rizgarbûyîn bi modelea mezinbûna civakî û ji nû ve çêkirina bingehê aboriyê ye.”

“Ev bernameya me bi bernameya namzetê serokkomriyê re û bi bernameya HDP’ê re bernameyeke hevpar e. Bixwe jî dibêje li Qesrê wê bikar nehîne û tedarûfeke mezin pêk bîne. Li vir em spasiya xwe ji Rêzdar Selahattîn Demîrtaş re pêşkêş dikin. Îsrafeke mezin heye, rêveberiyeke şaş a mezin ya aboriyê heye, nelirêtiyeke mezin heye. Dema ku me dawî li van hemûyan anî çavkaniyên me hene ku vê enqazê ji holê rake.”

YAN DEMOKRASÎ YAN JÎ REJÎMA ERDOGAN

“Ji bo ku namzetê bibe derbasî tûra duyemîn bibe bi hemû hêza xwe em kar dikin. Destpêka me mayîna tûra duyeme. Ger HDP’ê neçe Parlamentoyê wê herî kêm 80 wekîl derbasî AKP’ê bibe û ev jî tê wateya rejîma yek zilamî. Yan demokrasî yan jî rejîma Erdogan. Hemû kes wê biryara vê bide. Yan wê bendav were hilweşandin yan jî wê mehkumî rejîma Erdogan bibin.”