Telîbanên Pakîstanê: Çi têkiliya me bi êrîşa Bostonê re tune ye
Telîbanên Pakîstanê: Çi têkiliya me bi êrîşa Bostonê re tune ye
Telîbanên Pakîstanê: Çi têkiliya me bi êrîşa Bostonê re tune ye
Rêxistina Telîbana ya Pakîstanê ragihand ku, çi têkiliya me bi du teqînên roja Yekşemê yên di dema maratonê ya li Bostonê tuneye.
Tevgera Telîbana ragihand ku, çi têkiliya wan bi êrîşa Bostonê tuneye. Berdevkê tevgera Telîbanên Pakîstanê (Tehrîk-e-Telîban Pakîstan, TTP) Ihsanullah Ihsan got: “Em alîgirên êrîşên li dijî DYA û hevkarên wê ne, lêbelê çi têkiliya me bi vê êrîşê tuneye.”
TTP’e yên ku li herêmên êşîrî yên dikeve bakûrê rojavayê Pakîstanê ku nêzî sînorê Efxanîstanê ye bicih bûne, van şeş mehên dawî êrîşên xwe zêde kirin.
Teşebûsa êrîşa Gulana 2010’an ya li Times Sguare ya New Yorkê, TTP’ê bi peyamekî vîdeoyî girtibû ser xwe. Lê belê piştre berdevkek yê TTP’ê derewandibû.
Serokê DYA’yê Barack Obama daxuyaniya ku roja Yekşemê di demjimêrên şevê de kirî, ragihandibû ku êrîşên hatine kirin serwîsên girêdayî wî, ji ber çi çêbûye heya niha nizanin.
Di du teqînên ku piştî 4 demjimêran maraton destpêkir rûda, 3 kesan jiyana xwe ji dest da, 17 jê giran bi giştî zêdetirî 130 kesan jî birîndar bûn.