Têkildarî parlementerê HDP’ê Paylan lêpirsîn hate destpêkirin

Têkildarî parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Garo Paylan ji ser xala 301’ê lêpirsîn hate destpêkirin.

Li gorî agahiyên ku şêwirmendê Garo Paylan daye, têkildarî Paylan bi hincetên ‘hedefkirina kesan û pêkanîna dijminatiyê’ ji ser xala 301’ê lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Lêpirsîn xwe dispêre hevpeyvîneke Paylan a ku Paylan tê de gotiye bûyerên di sala 1915’an de qirkirin e û ev qirkirin îro jî didome.

Dozgeriyê xwest ku ji bo lêpirsîna ji xala 301’ê bila destlênedana wî ya parlementeriyê were rakirin.

Li gorî sererastkirineke zagonî ya di sala 2008’an de ji bo ku têkildarî xala 301’ê lêpirsîn were vekirin divê Wezîrê Edaletê destûrê bide. Li gorî agahiyên ku şêwirmendê çapemeniyê yê Paylan daye, Wezîrê Edaletê destûra vî tiştî daye.