Tehliyeya Demîrtaş hate xwestin

Ji bo namzetê serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji Dadgeha Cezayê Giran a 19’emîn daxwaza tehliyeyê hate kirin.

Daxwaza tehliyeya Demîrtaş ji Dadgeha Cezayê Giran a 19’emîn hate xwestin a ku dosyeya wî lê tê darizandin. Serlêdan ji aliyê parêzerên wî Mahsûnî Karaman, Yildiz Îmrek, Ramazan Demîr, Sertaş Bûlûttekîn û Aygul Demîrtaş hate kirin.

Parêzeran daxwazên xwe wisa rêz kirin:

Ji ber ku muwekîl him parlementer e û him jî di hilbijartina 24’ê Hezîranê ya serokkomariyê de namzetiya wî hatiye teqezkirin, ji ber ku ji salek û 6 mehan zêdetir girtî ye, ji ber ku tu delîl hatine komkirin û tu delîlên bi bandor tune, ji ber ku parlementer e û namzetiya wî ya serokkomariyê hatiye teqezkirin gumana revê tune û diyardeyên şênber tune ye ku ew ê bireve, ji ber vê jî divê muwekîlê me Demîrtaş were tehliyekirin.