'Tecrîdê bixin rojeva xwe, ne tenduristiya me'

Berxwedana greva birçîbûnê ya li Strasbourgê di roja 86'an de ye. Serdana ji bo çalakgeran bê navber didome.

Li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 14 welatparêzên Kurd ên li Ewropayê ji 17'ê Kanûna 2018'an û vir ve li Strasbourgê di greva birçîbûnê de ye. Ji roja destpêkê de Kurdistaniyên li Ewropayê tevî dostên xwe serdana berxwedêran dikin. Li gel rewşa nebaş a tenduristiya wan jî çalakger di berxwedana xwe de bi biryar in.

DIVÊ HER KES JI BO SERKETINÊ RABE SER PIYAN

Di roja 85'an a çalakiyê de gelek Kurdistanî û siyasetmedar hatin Strasbourgê û destek dan berxwedanê.

Bi navê endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Aarau ku hatin serdana çalakgeran, hevserokê wê Huseyîn Ûral axivî û diyar kir, ev berxwedana ku girîng a gelê Kurd moraleke mezin daye gel. Ûral anî ziman, tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina gelê Kurd e û got, bi xwedîderketineke xurt ev berxwedan dikare bê biserxistin.

Ûral bi dewamî got, "Bêguman heta astekê çalakî tên lidarxistin. Lê belê eger em bi têrkerî xwedî lê derkeitbûna, çalakî heta niha zûdeyî bi ser ketibû. Divê em bi çalakiyên xwe yên demokratîk ên xurt, tevlî pêvajoyê bibin."

'PIŞTGIRIYA JI BO BERXWEDANÊ, WEZÎFEYEKE ÎNSANÎ Û WIJDANÎ YE'

Hevserokê berê yê BDP'ê yê Stenbolê Emrûllah Bîngul jî ragihand, motîvasyona çalakgeran moral daye wan. Bîngul diyar kir, grevên birçîbûnê di dîroka Tevgera Azadiyê ya Kurd de weke çepereke girîng a berxwedanê tê dîtin û bi bîr xist, bi berxwedanên greva birçîbûnê serketinên mezin hatine bidestxistin. Bîngul ragihand, berxwedana ku bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir û li gelek qadan belav bû, veguheriye pêvajoyeke dîrokî û destnîşan kir, berxwedan wê teqez bi ser bikeve.

Emrûllah Bîngul diyar kir, piştgiriya ji bo berxwedanê 'berpirsyariya wijdanî û însanî' ye û bang li gelê Kurd û dostên wan ên li Ewropayê kir ku tavilê dakevin qadan û bibin dengê çalakgeran.

Bîngul bi bîr xist, rewşa tenduristiyê ya Leyla Guven û Nasir Yagiz giran e û diyar kir, wê nehêlin ku ti ji çalakgeran jiyana xwe ji dest bidin, lewma divê her kes tavilê rabin ser piyan.

'JI BO ENCAMEKE NAYÊ XWESTIN DERNEKEVE HOLÊ, EM TEVLÎ PÊVAJOYÊ BIBIN'

Ji mêvanên berxwedêran Mûhsîn Komir jî baweriya xwe ya bi serketina berxwedanê anî ziman û bi bîr xist, çalakiyên gelê Kurd ên ji bo xwedîderketina li berxwedanê di asta têker de nîne. Komur got, ji bo encameke nayê xwestin rû nede, divê her kes li dijî tecrîdê tevlî çalakiyan bibe.

SARIKAYA: TECRÎD LI DIJÎ GELÊ KURD E

Mûstafa Sarikaya bi navê berxwedêran koma hate serdana wan pêşwazî kir û got, ew timî gotina 'berî ku tiştekî nebaş rû bide bila berxwedan bi encam bibe' dibihîzin û bi bîr xist, wan ji bo 'rûdana encameke neyînî' dest bi vê berxwedanê nekirine.

Sarikaya destnîşan kir ku ji bo serketinê wan dest bi berxwedanê kirine û got, "Tecrîd ne tenê li Îmraliyê ye. Li her hucreyê heye. Li Tirkiye û Kurdistanê; li qada siyasetê, jiyana çandî, li ser hişê neteweyî û psîkolojiya rojane ya mirovan heye. Têkoşîna ku tê dayin li dijî vê yekê ye."

Sarikaya diyar kir ku wê qebûl nekin ku şaşitiya sala 2016'an careke din bê dubarekirin û got, "Hem deynê me heye, hem tiştên em dixwazin bikin hene, hem jî pêşdîtinên me hene. Her wiha tiştên em dixwazin bi ser bixînin hene."

Mûstafa Sarikaya ragihand, gelê Kurd nema dixwaze barê êşkenceya tecrîdê li pişta xwe bihêle û got, "Tecrîd şer e ji bo me. Biryardariya koma me ya çalakger bi vî rengî ye. Ne xema kesî ye bê sibe çi bê serî. Ya esasî, em dixwazin bi ser bikevin. Bawer im ku gelê me jî dixwaze bi ser bikeve."

Sarikaya diyar kir, daxwaza serketinê bi têrkerî xwe li asta çalakiyan nîşan nade û got, "Lê belê ev yek wê bi pratîk û xwedîderketinê pêk were. Bila kes bêhêvî nebe. Dibêjin, 'çirûskek dikare agir berde deştekê'. Hevrêya me Leyla bû çirûsk. Dibe ku me heta niha agir bernedaye tevahiya deştê, lê belê ev agir geş bûye. Bawerim ku ev çirûsk li dil û mejiyan belav bûye. Di dawiyê de wê bi ser bikeve."

'BILA TECRÎD DI ROJEVÊ DE BE, NE BERXWEDÊR'

Mûstafa Sarikaya anî ziman, berxwedan di demeke zûtir de dikare bi ser bikeve û got, "Hêza me ya serxistinê heye bêguman. Kêmasî ew e ku em vê hêzê di dema xwe de bi xurtî naxin meriyetê. Gelê Kurd gelekî zane û rêxistinbûyî ye, dikare helwesta xwe nîşan bide."

Sarikaya diyar kir, berpirsyariyeke mezin li ser milê xebatkarên Tevgera Azadiyê ya Kurd e û got, "Her kesên kar dikin divê tecrîda li Îmraliyê, tecrîda li gelê me tê ferzkirin bikin bingeha karê xwe û bi vî rengî bikevin nava liv û tevgerê."

Berxwedêrên Strasbourgê ku 86 roj in di greva birçîbûnê de ne: Parlamentera berê ya HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan, nûçegihan Gulîstan Çiya Îke, siyasetmedar Mûstafa Sarikaya, parêzer Denîz Surgut, Hevserokê Kongreya Civkaa Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Yuksel Koç, akademîsyen Kardo Bokanî, Nûrgul Başaran, Agît Ûral, Ayvaz Ece, Kerem Solhan, Ekrem Yapici, Mohammed Ghaderî, Ramazan Îmîr û Mehmet Nîmet Sevîm.