Tecrîda li Îmraliyê di rojeva Parlamenta Swêdê de ye

Parlamentera Partiya Çep Amineh Kakabaveh, tecrîda Îmraliyê xist rojeva Parlamenta Swêdê. Kakabaveh diyar kir ku Erdogan dijminê demokrasiyê ye û êrîşî Kurdan û mûxalîfan dike.

Parlamentera Partiya Çep Amineh Kakabaveh pêşnûme pirsek pêşkêş kir û xwest, rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hevşaredar û parlamenterên HDP'ê yên girtî li Parlamenta Swêdê were nîqaşkirin.

Kakabaveh diyar kir, hilbijartinên xwecihî yên li Tirkiyeyê wê di nava şert û mercên dij demokratîk de bên kirin û bi bîr xist, Hevserokên berê yên HDP'ê Demîrtaş û Yuksekdag jî di nav de gelek rêveber û endamên HDP'ê hatine girtin.

Kakabaveh bi bîr xist, hikumeta AKP'ê 102 hevşaredarên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin ji wezîfeyê girtine, qeyûm li şûna wan bi cih kirine û ji 96 serokên şaredariyan ên HDP'î yên hatin girtin 56 hîn girtî ne.

Kakabaveh bal kişand ser grevên birçîbûnê ku bi sedan girtî tê de ne û got, "Abdullah Ocalan 20 sal in li girtîgehê ye û bi salan e destûr nayê dayin ku parêzerên xwe bibîne. Tenê çend caran karî birayê xwe bibîne. Ev yek kiryareke li dijî mirovahiyê ye."

Kakabaveh komkujiyên li Sûr, Nisêbîn, Farqîn, Cizîr, Silopiya û dagirkirina Efrînê bi bîr xist û ji Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom xwest bersiva van pirsan bide:

PIRS

Bi navê dewleta Swêdê hûnê çavdêran ji bo hilbijartinê bişînin û ji welatên din bixwazin ku heman tiştî bikin?

Wezîra Karên Derve ji bo berdana siyasetmedarên HDP'î, lîderên wê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, hevşardar û siyasetmedarên hatine girtin, difikire çi bike?

Wezîra Karên Derve ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Abdullah Ocalan difikire çi bike?

Wezîra Karên Derve ji bo Tirkiyeyê îqna bike ku hilbijartineke demokratîk bike, wê çi bike?

Tê payin ku pêşnûme destpêka meha Nîsanê li parlamentê bê nîqaşkirin.