Tecrîd li Kradnodarê ji aliyê jinan ve hate şermezarkirin
Jinên Kurd ên li bajarê Krasnodar ê Rûsyayê dimînin, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Jinên Kurd ên li bajarê Krasnodar ê Rûsyayê dimînin, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Bi navê rêxistina jinên Kurd a li bajarê Krasnodarê, Besê Mihemed daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de işaret bi armanca komploya navneteweyî û êrîşên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku jinên Kurd tecrîdê qebûl nakin û heta Ocalan azad bibe wê têbikoşin.
Di dawiya daxuyaniyê de ji bo Ocalan dirûşm hatin qîrîn.