Tecrîd li Hambûrgê hate şermezarkirin
Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Hambûrgê hate şermezarkirin. Di çalakiyê de berxwedana grevên birçîbûnê hate silavkirin.
Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Hambûrgê hate şermezarkirin. Di çalakiyê de berxwedana grevên birçîbûnê hate silavkirin.
Çalakî ji aliyê Meclîsa Jinan a Rojbîn a li Hambûrgê ve hate organîzekirin û li ber Navenda Kar a Saturnê ya li Monckebergê pêk hat.
Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Bes e ji tecrîdkirina Ocalan re" hate vekirin û dirûşmên "Bila tecrîd tavilê bê rakirin", "Azadî ji Ocalan re aştî ji Kurdistanê re", "Leyla Guven rûmeta me ye", "Bijî piştgiriya şoreşgerî" hatin qîrîn.