Tê xwestin ku lêgerîna edaletê ya 22 salan têk bibin

Tê xwestin ku lêgerîna edaletê ya 22 salan têk bibin

Mehmet Mehdî Kaydu ku 22 sal berê bi îdîaya ‘Berpirsyarê PKK’ê yê Farqînê ye’ ji aliyê JÎTEM’ê ve hate qetillkirin, malbata wî ji ber lêgerîna edaletê ya bi salane didomînin rastî gef û zextan hat. Kenan Kaydu du birayên wî girtine û birayekî wî yê din jî wek wî lêgerîna wî heye. Kaydu got: “Ji ber lêgerîna me ya edaletê dixwazin malbata me di aliyê manewiyatê de têk bibin.”

Mehmet Mehdî Kaydu di 31’ê Tîrmeha 1992’yan de ji aliyê JÎTEM’ê ve li gundê Yenîkoy a Farqînê hat qetiklirin. Piştî qetilkirina Kaydu malbat ji ber zextan di 1994’an de hat navenda Farqînê. Malbata Kaydu li gel hemû zor û zehmetiyan lêgerîna xwe ya edaletê berdewam kir. Kurê Kaydu, Kenan Kaydu, lêgerîna edaletê ya 22 salan û zextên li ser malbata xwe ji ANF’ê re vegot.

ÎŞKENCEYÊN DIJ-MIROVANE PÊK ANÎN

Kenan Kaydu bi lêv kir ku bavê wî ji aliyê ekîba Cem Ersever yê navê girîng ê JÎTEM’ê ve bi îdîaya berpirsê PKK’ê yê Farqînê ye li ser rêya gund hatiye qetilkirin û got: “Beriya binçavkirina xwe bi dehan carî hat binçavkirin û hat tehdîtkirin. Gund terk nekir. Ez wê demê 16 salî bûm.  Em bi malbatî rastî îşkenceyan hatin. Her carê em 15 rojan di bin îşkenceyê de man. Piştre ji ber tehdîdan em di 1994’an de bi 11 nifûsê ji gund derketin.

Kaydu da zanîn ku di pirtûka Cem Ersever a di 1997’an derket, Ersever digot, wan Mehmet Mehdî Kaydu kuştiye û li ser vê serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dane. Kaydu got ku encamek ji vê negirtine û li ser vê di 2000’î de serî li DMME’ê dane.

DOSYA LI DMME YE

Kaydu bi lêv kir ku piştî vegera gundan destpê kiriye di sala 2007’ân de dosya ji DMME’ê vegeriyaye û got: “Me tazmînat nexwest û me got ku divê kujerê bavê me bê dîtin. Ji ber vê yekê dosya di 2008’an de dîsa çû DMME’ê. Niha dosya li DMME’ê ye.

HER KU EM LI EDALETÊ GERIYAN BI SER ME DE HATIN

Kaydu got: “Lêgerîna me ya edaletê berdewam kir. Nêzî 50 malbatên windayan, serî li Dadgeha Cezaya Giran a Amedê dan. Li ser vê  doza JÎTEM’ê destpê kir. Em jî mudaxîl bûn.  Dema me ev têkoşîna hiqûqî dimeşand, zextên li ser malbatê zêde bûn.

Birayê min Diyar Kaydu li Zanîngeha Harranê dixwîne. Polîsê wir tehdîdan lê dikin. Birayê min 3 meh şûnde dest ji dibistanê berda. Di 2009’an de tevli gerîla bû. Birayê min di 1’ê Çileyê 2010’an de bi birîndarî hat malê. Birayê min li mala xalê min a li Êlihê dihat dermankirin.  Li ser îxbarekê hat girtin. Bi hinceta ku alîkarî danê, 17’ê Çileyê ez, xwişka min Feleknaz Kaydu, jinapa min Zumrete Emerce, kurê xalê min Hamza Emerce û zavê me Velî Fîdan hatin binçavkirin.  Zavayê me Velî Fîdan hat girtin  Em ên din jî bi awayekî ne girtî hatin darizandin. Di 6’ê Kanûna 2012’an de cezayê muebetê li birayê min Diyar Kaydu birîn. Zavayê me Velî Fîdan jî rastî 4 sal û ceza û bo me jî 25 me ceza hat dayîn.

DIXWAZIN MALBATÊ TÊK BIBIN

Kaydu diyar kir ku niha îhtîmala ku gelek kes ji malbatê bikevin girtîgehê heye û got: “Ji ber lêgerîna me ya edaletê dewlet dixwaze malbata me têk bibe. Temenê jinapa min Zumrete Emerce ji 70 salî zêdetir e. Bi nexweşiya şekir e. Keçek wê ya astengdar a 27 salî heye. Ji bilî dayika wê kes, lê nanêre.”

Birayê min Bekîr Kaydu jî ji dosyayek din tê darizandin. Li ser me nêzîkatiyek keyfî heye. Ez bi parlamenterê HDP’ê Îdrîs Baluken re hatim cem hev. Baluken pêşnûmepirs da Wezîrê Dadê. Got ku wê bi Wezîrê Dadê re jî hevdîtinê bike. Bila mexduriyeta me li ber çavan bê girtin. Me tenê tiştek xwest. Ew jî edalet bû.”