Tê gotin 'Îranê li Sûriyeyê kargeha moşekan ava kiriye'

Tê îdîakirin, ku Îranê li rojavayê Sûriyeyê kargehek ji bo çêkirina fuzeyan ava kiriye.

Di bernameyeke televîzyona Aroûtz 2 de, ku li Îsraîlê weşanê dike, dîmenê kargeha moşekan ku tê îdîakirin Îranê li Sûriyeyê ava kiriye, hate weşandin.

Di nûçeyê de wêneyên ji peykê hatin kişandin, ku tê îdîakirin li nêzî bajarê Baniyas ê navbera Lazkiye û Tartûsê de ye û li peravên Derya Spî ye, hatin weşandin.

Li gorî nûçeya televîzyona Îsraîlê, kargeha di wêne de tê dîtin dişibe kargeheke din a moşekan a li nêzî paytexta Îran Tehranê.

Tê zanîn, ku rêveberiya Îsraîlê li dijî zêdebûna hebûn û bandora Îranê ya li Sûriyeyê ne. Serokwezîr Benyamîn Netanyahû hefteya bihurî daxuyaniyek da û îdîa kiribû, paralelî qelsbûna çeteyên DAIŞ'ê, zêdebûna hebûna Îranê li Sûriyeyê ji bo Îsraîlê rewşeke xeternak e. Netanyahû gotibû, "Ji bo ewlekariya Îsraîlê em ê her tiştî bikin."

Îran jî îdîa dike ku ew li gorî pêşnûme biryara Neteweyên Yekbûyî ya ji bo qedexekirina çêkirina moşekên menzîl dirêj ên ji serîkê nukleerî, tevdigerin.