TCŞ: Em her cihî bikin qada berxwedanê!

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) bang kir ku bi armanca protestokirina tecrîdê û xurtkirina berxwedana grevên birçîbûnê, di serî bajarê Dûîsbûrgê yê Elmanyayê, li tevahiya Ewropayê çalakî bên kirin. 

TCŞ'ê di banga xwe ya nivîskî de got, "Di vê pêvajoyê de ku komploya tarî ya li hemberî Rêberê me pêk hat kete sala 21'ê, berxwedana ji bo Rêber Apo tê raberkirin êdî gihaştiye qonaxeke bêveger."

TCŞ'ê di banga xwe de bal kişand ser berxwedana Leyla Guven û got, 20'ê Sibatê li bajarê Krefeld ê Elmanyayê welatparêzê Kurd Ûgûr Şakar, li dijî tecrîdê bedena xwe da ber agir.

Di peyamê de hate gotin, "Şakar, ji bo protestokirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û polîtîkayên faşîzane yên dewleta Elmanyayê yên li dijî Kurdan, bedena xwe daye ber agir.

Divê êdî li hemberî van zextan ti ciwanên ku dibêjin 'em Kurd in, welatparêz im, şoreşger im', bêdeng nemîne. 

Di serî de CPT, sazî û dezgehên pêwendîdar ên Yekîtiya Ewropayê bi bêdengiya xwe dibin hevparê vî sûcê mirovahiyê. Ev jî hevparbûna komkujiya li dijî Kurdan e."

TCŞ'ê bang li Ciwanên Şoreşger ên Kurdistanê kir ku li metropolên Ewropayê dakevin qadan, çalakiyên demokratîk bikin û got, "Bi berxwedana ku ciwanên Kurd li Ewropayê pêk bînin, dikare ev tifaqa qirêj bê şkandin û grevên birçîbûnê bigihijin serketinê.

Lewre em bang li gelê xwe dikin ku kar, dibistan û her cure xebata xwe ya takekesî berdin û biherikin qada Dûîsbûrgê (...) Em bang li her kesî dikin ku heta berxwedan bi ser bikeve, bi giyana seferberiyê bila her kes rabe ser piyan û her cihî bike qada berxwedanê!"