Tarhan Erdem: Li Tirkiyeyê ji bilî wekheviyê tu çareseriyeke din tune
Tarhan Erdem: Li Tirkiyeyê ji bilî wekheviyê tu çareseriyeke din tune
Tarhan Erdem: Li Tirkiyeyê ji bilî wekheviyê tu çareseriyeke din tune
Serokê Heyeta Komîsyona Aqilmendan a herêma Egeyê Tarhan Erdem, diyar kir ku gele kurd bi salan in rastî polîtîkayên înkar û îmhayê tên û wiha got: "Ger ku biratî tê xwestin wê demê divê herkes xwedî heman heq û hiqûq be. Ger ku em vê pirsgirêkê çareser bikin dê hemû gelê Tirkiyeyê xwedî heqê wekhev be.
Heyeta Komîsyona Aqilmendan a Herêma Egeyê li Îzmirê bi saziyên sivîl ên civakî re civîn pêk anî. Civîn li Yekîtiya Anadolu pêk hat. Beriya civînê komek endamên Partiya Karkeran li ber avahiyê silogan qêriyan û xwestin tevliheviyê bikin. Di civînê de nûnerên saziyên sivîl ên civakî Endamên heyeta komîsyonê Tarhan Erdem, Baskın Oran, Fehmi Koru, Avnî Ozgurel, Hasan Karakaya û Fadime Ozkan amade bûn.
Di civînê de Serokê Heyetê Erdem, diyar kir ku ji bo her herêmekê heyetek hatiye avakirin û ew jî hatine Egeyê û wiha got: "Em dixwazin daxwaz, pêşniyar û rexneyên civakê tesbît bikin û ji ber vê yekê em di nava xebatek serbest de ne. Li Tirkiyeyê bi salan e pirsgirêka kurd heye. Ji ber ku polîtîkayên înkar û îmhayê liser gelê kurd tê meşandin pirsgirêk nayê çareserkirin. Kurdan ji Tirkan bêtir perwerdehî dîtiye. Çi dibe bila bibe me neheqî li wan kiriye Mixabin li Tirkiyeyê mafê demokratîkbûnê nedane kurdan. Li Tirkiyeyê kurd bûn her tişt, lê tenê nebûn kurd. Bi zanebûn an ne bi zanebûn li kurdan neheqî hat kirin."
Kurd bi salan in rastî neheqiyê tên û divê êdî heqê wan bê dayîn. Ger ku em vê mersela wekheviyê û edaletê çareser bikin dê li Tirkiyeyê hemû kes xwedî heman heq û hiqûq be. Em bawer dikin ku bi hewldanê dê her tişt çareser bibe. Divê êdî em mafên gerdûnî têxin meriyetê.
'LI TIRKIYEYÊ PIRSGIRÊKA MEZIN DEMOKRASÎ YE'
Endamê heyetê Avnî Ozgurel jî anî anî ziman ku li Tirkiyeyê pirsgirêka bingehîn û girîng demokrasî ye. Li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd, elewî û mafên mirovan heye. Dîsa pirsgirêka suryanî, civakên din heye. Divê ev mesele tev bi makeqanûna demokratîk çareser bibe.
Baskın Oran jî anî ziman ku ev pêvajo ne tenê bi kurdan ve girêdayî ye û wiha got: "Ev pêvajoya ku hemû Tirkiyeyê eleqeder dike. Di sala 1915'an de li Tirkiyeyê komkujiya Ermeniyan pêk hat. pirsgirêka Ermeniyan dibin pirsgirêkên kurd û îslamê de hat veşartin. Mijara îslamê piştî AKP hat îxtîdarê çareser kir. Hêj mijara Ermeniyan nehatiye çareserkirin. Niha dîsa pirsgirêka kurd jî li pêş me dîwarek e. Me ev avêt bin xaliyê Lê piştî bêhn da wekî zombiyan xwe avêtin ser me. Ev zombî ziravên me diqetînin. Ji ber vê yekê li Îzmirê piştgirî kêm e. Bajarê Îzmirê di nava bajarê Tirkiyeyê de bajarê herî mezin cudahiyên wî zêde ye. Bajarê ji aliyê bîr û baweri û bir rengiyê bajarê herî dewlemen de. Lê bi qasî vê yekê ewqas jî dewletparêz û lîberal e."
Endama heyetê Fadime Ozkan, jî anî ziman ku ew tirk e û canê tu kesên nêzî wê ne êşiya ye û wiha got: "Divê em guh bidin wicdanên xwe. Me li ser mijarek mirovane radiwestin. Divê êdî em atmosferek ku bes xwîna ciwanan birije ser axê avabikin."