Talûkeya li ser jiyana Demîr didome
Talûkeya li ser jiyana Demîr didome
Talûkeya li ser jiyana Demîr didome
Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya DBP'ê Semra Demîr ku li di nobeda Kobanê de ji aliyê leşkeran ve bi giranî hate birîndarkirin xetereya jiyana wê hê didome.
Li gundê Mehser ê Pirsûsê girseya ku di nobeda berxwedana Kobanê de bû duh rastî êrîşa leşkeran a bi bombeya gazê hat û endama Desteya Rêveberiya Navendî ya DBP'ê Semra Demîr bi giranî birîndar bû. Demîr rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Di encama ku kapsula bombeya gazê ya ku leşkeran bi kar anî de li serê wê ket û 3 cm kûrbûnek di serê de çêbû û sewqî Nexweşxaneya Mehmet Akîf a Rihayê kirin. Demîr di Unîteya Lênerîna lezgîn a Norolojiyê de hat ragirtin û hat tespîtkirin ku xwîn çûye ser mejiyê Demîr û rîska li ser jiyana wê didome.
GELO HEDEF HAT GIRTIN
Wesayîta ku Demîr lê siwar bibû duh di saetên rojê de ji li Pirsûsê ji aliyê tîmên taybet ve hate sekinandin û hate hînbûn ku Demîr bi organîzekirina çalakiya nobetê hatiye sûcdarkirin. Tê gotin ku bombeya gazê ya li serê wê ketiye ji nêz ve û bi zanebûn hatiye avêtin.