Talana ekolojîk a li Derya Reş wê bi Dokûmantera 'Gozyaşi' bê vegotin!

Dokûmantera 'Gozyaşi-Rondikên Çavan' ku ji bo balê bikişîne ser texrîbata ekolojîk a li Derya Reş hat amadekirin, tevlî gelek festîvalan dibe û tê pêşkêşkirin.

Dokûmantera 'Gozyaşi-Rondikên Çavan' ku ji bo balê bikişîne ser texrîbata ekolojîk a li Derya Reş hat amadekirin, tevlî gelek festîvalan dibe û tê pêşkêşkirin. Derhênerê dokûmanterê Engîn Turkyilmaz diyar kir ku wan di dema amadekirin û beriya kişandina dîmenên dokûmanterê, xebateke kolektîf meşandine.

Dokûmantera xisara santralên hîdroelektrîk, ocaxên madenê yên li ser xweza Derya Reş û berxwedana gel a li hemberî van texrîbatan vedibêje, dokûmantera "Gozyaşi" tevlî gelek festîvalan dibe.

Derhêner Engîn Turkyilmaz bi vê dokûmanterê re dixwaze bi vegotinên gelê herêmê re rewşê nîşan bide. Kişandina dîmenên dokûmanterê li Stenbolê destpê kir, li Trabzon, Rîze, Artvîn, Gumuşhaneyê hat temamkirin. Di nava projeyê de tevî Sûnay Akin, Ûgûr Bîryol, Tîmûr Daniş, Marsîs û ji gelê herêmê Havva Anna ku bi gotina xwe ya 'dewlet ez im!' tê naskirin, cih girtin.

Derhênerê dokûmantera "Gozyaşi Yolû" Engîn Turkyilmaz ji ANF'ê re axivî.

'ME XWEST FINDEKÊ VÊXIN'

Turkyilmaz da xuyakirin ku serdestan demeke dirêj li Derya Reş polîtîkayên ji bo tinekirina çand, xweza û mirovan meşandine û da zanîn ku ev polîtîka hînê dewam dike. Turkyilmaz got, "Talana xwezayê yek ji van polîtîkayan e. Ji ber ku li wê herêmê mirov çanda xwe, karaktera xwe, nanê xwe, bi kurtasî her tiştî ji xwezaye werdigirin. Em yek ji wan zarokên asî yên wê erdnîgariyê ne. Me xwest bibin dengê mirovên ku ji bilî wê derê cihekî biçê nîne. Gelek tiştên nebaş di tarîtiyê de tên kirin. Me tenê xwest di nava wê tarîtiyê de findekê vêxin."

Turkyilmaz anî ziman ku berî kişandina dokûmanterê û dema amadekirina wê, wan xebateke kolektîf meşandine û got, "Her kesên di ekîba me de, xwendekarên zanîngehê ne."

Turkyilmaz da xuyakirin ku bi projeya rêya peravên Derya Reş re têkiliya mirovan a bi deryayê re hatiye qutkirin û got, "Ev tiştekî ji rêzê nîne. Mirovan pişta xwe dispartin Derya Reş, lê niha ji hev xeyidîne. Îro li Derya Reş gelek cihên kêm mane ku mirov karibin li wan deran bikevin deryayê."

'EM Ê DENGÊ XWE BIDIN BIHÎSTIN

Turkyilmaz ragihand ku niha li Derya Reş projeyek di bin navê "Rêya Kesk" de rêyeke armanca xwe nediyar e û rê li ber zerareke mezin vedike, dan destpêkirin.

Turkyilmaz diyar kir ku ew ê dengê xwe bidin bihîstin û got, "Em ê dengê xweza, zindiyên li xwezaya xwe, çand û mirovên xwe, bi şexsekî jî be, bigihîne mirovan, bigihîne dilê mirovan. Bi hêviya hebûna dilekî bi wijdan."

...