TŞYG’ê Şehîdên Botan, Dersim, Rojava bi bîr anî

Komîteya Rêveber a TŞYG’ê bi daxuyaniyekê şehîdên Botan-Dersim-Rojava bi bîr anî û diyar kir ku ew ê bi geşkirina şerê şoreşgerî yê yekbûyî bersivê bidin

Komîteya Rêveber a  Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) di daxuyaniyê de got faşîzma AKP-MHP’ê bi argûmanên yek dewlet, yek milet, yek ala, yek ziman, yek dîn faşîzma xwe geştir dike û ji bo ku şovenîzma xwe di civakê bigerîne her cure kirinên dijî mirovî yên faşîstî dike û her ku diçe zêdetir kirêtî dibe.

'TIRSA TÊKÇÛNÊ KETIYE DILÊ FAŞÎZMÊ'

TŞYG’ê bi domdarî got, şoreşa wan a yekbûyî, gerîlayên wan ên ku berê xwe dane emperyalîzm, kapîtalîzm, faşîzm û paşverûtiyê, dibe hêvî . Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, dewleta TC’ê û artêşa wê ya mêtinger ji şervanên wan ên berxwedêr û gelan ji êrîşên wan diparêzin ditirse, tirsa têkçûnê diçîn. TŞYG’ê bal kişande ser têkoşîna dijî faşîzmê û got, şervanên TŞYG’ê li her deverê bêtirs, bi rengekî fedaî li dijî faşîzmê şer dikin, li dijî radestbûn, îxanet û pasîfîzmê rûmeta şoreşger diparêzin û li dijî dijmin bi wêrekî şer dikin.

'BI GEŞKIRINA ŞERÊ ŞOREŞGERÎ EM Ê BERSIVÊ BIDIN'

TŞYG’ê di daxuyaniya xwe de got: "Di vê pêvajoyê de artêşa TC’ê ya dagirker, di serî de li ser neteweya Kurd, li ser hemû bindestan û beşên mêtî polîtîkayên xwe yên îmha û înkarê sazkar kirine û endama PAJK’ê  hevrê Nûdem Maraş li Botanê qetil kirine.

Her wiha li Dersimê hevrêyên me yên MLKP’ê Mercan (Sevda Serinyel), Şahîn (Yilmaz Kes) û Doktor (Mahîr Ozgul) qetil kirine.

Şervanê TKP/ML TÎKKO ku têkoşîna şoreşgerî ya 40 salan bê navber domand, Orhan (Nubar Ozanyan) li Rojava şehîd bûye.

Herî dawî şervanên MLKP’ê  hevrê Şiyar (Firat Kasim) û Firat (Ugur Yalçin) li Dersimê li dijî dewleta TC’ê ya mêtinger li ber xwe dane û şehîd bûne.

Em hemû şehîdên xwe yên di nav şoreşê de bi bîr tînin. Em ê nirxên wan ên şoreşger ku wan hiştine, bi geşkirina şerê xwe yên şoreşgerî yê yekbûyî, bi berzkirina ala rizgariyê bersivê bidin.

Em ê hêrsa xwe, hişmendiya xwe û xeta xwe ya şerê şoreşgerî bi çalakiyê bixin meriyetê, bi bîranîna şehîdên we re dilsoz bin û faşîzmê teqez têk bibin. Şerê şoreşgerî yê yekbûyî yê gelên me wê bi ser bikeve."