SYPG salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê pîroz kir

SYPG'ê salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê pîroz kir û diyar kir, ku ji Şengalê heta Reqa û Efrînê şervanên azadiya gelan bi ruhê berxwedana Kobanê bi coşa şoreşa 19'ê Tirmehê li dijî dijminê gelan şer dikin. 

Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan (SYPG) bi daxuyaniyeke nivîskî, salvegera 5'an a Şoreşa 19'ê Tîrmehê pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li dilê Rojhilata Navîn ji bo bindestan hêviyek şîn dibe. Ne êrîşên hovane yên çeteyên DAIŞ’ê û Dewleta Tirk a dagirker, ne dewletên herêmî, ne lîstîkên dewletên emperyalîst, ne jî xeta îxanetê nikarîbû li ber şoreşa gelan, şoreşa Rojava bigirin. Roj bi roj şoreşa me mezin bû. Ji bo gelên bindestan tovek hêviya azadiyê bû. Bihara gelan bi pêşengtiya şoreşa me belav dibe herêma me. Kurd, Ereb, Suryan, Çeçen, Tirkmen, Ermen… bi hev re welatek bê dagirkerî, mêtingerî, nijadperestî, zayendeperestî;  jiyanek azad, bi rûmet, wekhev ava dikin. Desthilatdariya zilam bi şoreşa jinê tê hilweşandin."

SYPG'ê ragihand, ku ji Şengalê heta Reqa û Efrînê şervanên azadiya gelan bi ruhê berxwedana Kobanê bi coşa şoreşa 19'ê Tirmehê li dijî dijminê gelan şer dikin. Bi hev re bîrandar dibin, bi hev re şehîd dikevin û bi hev re govenda azadiya gelan digerin.

Di kesayeta şehîdên Şoreşa Rojavayê de hemû şehîdên azadî, şoreş û sosyalîzmê hatin bîranîn û hat destnîşankirin, ku ew ê bi xeyal û têkoşînê şehîdan tarîtiya cîhanê ronî bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Em Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan-SYPG’ê, 5. salvegera Şoreşa Rojava di serî de li birîndar û gaziyên me re, ji malbatê şehîdan re, şervanên YPG, YPJ, QSD, Entarnasyonal û hemû parêzvanên şoreşa gelan re, ji serokê gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan re, ji karker, kedkar û gelên Kurdistan, Rojava, Suriye, Rojhilata Navîn û hemû cîhanê re pîroz dikin."