Şerê navxweyî yê li Sûriyeyê roj bi roj derbasî qonaxeke nû dibe. Parlamenta Federal a Swîsreyê biryarên girîng stand û bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku li Sûriyeyê agirbestê ragihîne û Kurd jî di nav de dest bi pêvajoyeke nû ya aştiyê bike.
Komîsyona Têkiliyên Derve ya Swîsreyê pêşnûmeyek li ser Sûriyeyê beriya niha bi çend mehan pêşkêşî Parlamenta Federal a Swîsreyê kiribû. Pêşnûme doh li meclîsê hate nirxandin û qebûlkirin. Piraniya parlamenteran pêşnûme qebûl kirin. Di pêşnûmeyê de gelek biryarên girîng hene.
Di pêşnûmeyê de ku bi sernavê "Dawî li sûcên şer ên li Sûriyeyê bînin" hate qebûlkirin, bang û biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî hate bibîrxistin ku 24'ê Sibatê banga agirbestê li aliyên li Sûriyeyê şer dikin hatibû kirin.
Di pêşnûmeyê de hate ragihandin ku Swîsre, binpêkirina mafên mirovan û binpêkirina hiqûqa navneteweyî li Sûriyeyê bi tundî şermezar dike.
Parlamentê ji hemû aliyên ku li Sûriyeyê şer dikin xwest ku bi rêzdarî nêzî hiqûqa navneteweyî bibin û diyar kir, li Sûriyeyê sûcê şer tê kirin û dewlet û kesayet ji vî sûcî berpirsyar in.
Bang li hemû aliyan hate kirin ku destwerdanên xwe yên leşkerî yên li Sûriyeyê tavilê biqedînin û hate gotin, "Divê hemû alî li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigerin û hêzên xwe yên leşkerî ji nava axa Sûriyeyê vekişînin."
Parlamenta Federal ji Konseya Federal a Swîsreyê xwest ku li dijî bûyerên li Sûriyeyê diqewimin hêza xwe bi kar bîne û Neteweyên Yekbûyî bixe nava liv û tevgerê. Her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî jî kir ku agirbesteke nû li Sûriyeyê ragihîne û li gel beşdariya Kurdan pêvajoyeke nû ya hevdîtinên aştiyê dest pê bike.