Stratejiya şerê li 5 bereyan

Bêguman Tevgera Rizgariya Kurd naxweze bi ti dewletê û hêza siyasî re şer bike. Eger ne mecbûr be, xwe dûrî şeran digire. Lê belê, rastiya mêtingeriya qirker li Rojhilata Navîn li ser Kurdan ferz kiriye ku pêwîst bike li pênc bereyan jî şer bikin.

Hevdîtin çêbûn di navbera fermandarê giştî yê Îranê û fermandarê giştî yê Tirkiyeyê de. Dema ku ji Tayyip Erdogan pirsa naveroka vê hevdîtinê hat kirin, got, di demeke nêzîk de wê li dijî PKK´ê Tirkiye û Îran wê operasyonên hevpar çêkin. Em nizanin ka bi Îranê re bi vî rengî li hev kirine yan na. Lê belê diyar bû ku pirsîna pirseke bi vî awayî ji beriya wê ve hatiye plankirin. Ya rastî, eger Tayyip Erdogan çûna fermandarê giştî yê Îranê ya Tirkiyeyê jî dike amûreke şerê psîkolojîk, ev yek nîşan dide ka ew çi qasî pêsîrteng bûye. Tayyip Erdogan dibîne ku berxwedana gelê Kurd wê desthilatdariya wî bi serê wî de bîne xwarê. Rojev çi dibe bila be, di dawiyê de serê benê gotina xwe digihîne PKK´ê; dibêje, em ê wisa lêxin, wiha bikujin, bigurînin. Ew hewl dide li dijî PKK´ê serketinên xeyalî biafirîne û desthilatdariya xwe li ser piyan bigire. Lê belê tirsa wî, nikare wî ji dawiya wî, çarenûsa wî xilas bike. Tevgera Azadiyê ya Kurd û Gelê Kurd wê li ber xwe bidin, ewê bike ku tişta hatî serê Kenan Evren bê serê Tayyip Erdogan jî.

Tirkiye timî tehlûkeya Kurd nîşanî Îran û Iraqê dide û armanca wê ew e ku bi desteka wan têkoşîna azadiyê ya Kurd bitepisîne. Niha tevî ku li ser Sûriyê û Iraqê weke berê ne tesîrker be jî, hewl dide Îranê bike şirîkê dijberiya xwe ya Kurd. Li Iraq û Sûriyê hin pirsgirêk hebin jî, li nav civaka Ereb û welatên wan ew helwêstên hişk ên berê ên elaqedarî pirsgirêka Kurd nisbî û qismî şikestine. Vê rewşê kir ku Tirkiye bêhtir bitirse û bibizde. Ji ber vê yekê, her roj didin qîran û dibêjin, em ê li Sûriyê destûrê nedin dewlet bê damezrandin. Tevî ku Kurd li Sûriyê li aliyê yekîtiyê ne jî, Tayyip Erdogan dide qîran û dibêje, em ê nehêlin dewlet bê damezrandin, ev yek elaqedarî dijminahiya Kurdan e.

Nikare xwe lê ragire ku Kurd li çend herêman xweser bijîn. Kurdan bi Ereb û Suryaniyan re biryar da ku federasyonekê çêkin, bi vê jî dawî li propagandaye parçebûnê anîn. Li şûna herêmeke xweser a ku tenê ya Kurdan e, wan biryar da federasyoneke Kurd, Erebe, Suryanî û miletên din lê bi hev re bijîn damezrînin; bi vê wan nîşan da ku ew ne li aliyê parkirinê lê li aliyê yekîtiyê ne. Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê ne federasyoneke etnîk e. Ji bo ku avahiya dewletê ya navendperest û otorîter bikin xwedî xisleteke demokratîk û girîngiyê bi demokrasiya cihê dide, wan projeyeke bi vî rengî pêşniyaz kir.

Îran û Tirkiye, Kurdan weke tehlûke û gefê bibînin û bên cem hev jî, li vê qonaxa em lê, Îran rabe û mîna Tirkiyeyê mandelkerî û êrişkeriyê bike, ev ê ne li xêra wê be. Tayyip Erdogan dixwaze Îranê sor bike, bike ku Tevgera Rizgariya Kurd bi Îranê bilebike û pê re ew karibe desthilatdariya xwe dewam bike. Tirkiyeya ku dijberiya Îranê di nava 6-7 salên dawiyê de gihand asta herî jor, ji bo ku Tirkiyeyê rehet bike, gelo wê xwe bide ber barê şerekî li dijî Kurdan? AKP´ê sala 2011´an Îran ajot ser Tevgera Rizgariya Kurd. Lê belê vê yekê herî zêde zerar li Îranê kir. Tayyip Erdogan niha difikire ku ew ê dîsa Îranê bi hêsanî bi kar bîne. Bi zena wê ew ê Îrana ku di dîplomasiyê de bi hêsanî naxape, bi hevdîtinekê li dijî Tevgera Rizgariya Kurd bide şerkirin; ev zena wî jî nîşan dide ka Tayyip Erdogan mirovekî çi qasî bi fikra xwe seresere û kêm e.

Îran dizane, eger li dijî Tevgera Rizgariya Kurd şerekî bide destpêkirin, ev ê bi rengekî cihê bi dawî bibe û ne mîna 2011´an. Lewma ji sala 2011´an û vir ve rastiya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn heye ku li herêmê bi şid dewam dike. Şer êdî ne cihî ne, bûne herêmî. Di rewşeke bi vî rengî de Îran çima ji bo bîhna dewleta Tirk bê ber, êrîşî Tevgera Rizgariya Kurd bike? Ma bi rastî ti metiqa vê yekê heye? Ji xwe, her hal, ew ê bi bertîl û bi zorê nikaribe Îranê daf de ber bi rewşeke wisa ve. Tevgera Rizgariya Kurd, tevgereke gerîlaya ku xwe disipêre ezmûneke bi dehan salan. Tevgera Rizgariya Kurd gelek caran ragihand ku ew ne alîgirê wê yekê ye ku pirsgirêkan bi şer çareser bike. Lê belê, eger bixwazin ku îradeya azadiyê ya gelê Kurd bişkînin û di siyasetên qirkirinê de israr bê kirin, wan da zanîn ku lazim be ew ê hezar salî jî li ber xwe bidin. Ji xwe, şerê bi şid ê bi Tirkiyeyê re dewam dike jî ji ber helwesta desthilatdariya AKP´ê ye. Desthilatdariya AKP´ê çi wasî bivê, bila ewqasî biperpite, êdî şensê ti dewletê nemaye ku Kurdên di nava sînorên xwe de bitepisîne. Kî li dijî Kurdan şerekî tinekirinê bi rê ve bibe, ew ê li rojhilata Navîn pirraniya Kurdan li hemberî xwe bibîne. Kurdan xisleta xwe ya şervan bi dehan salan îsbat kir. Eger pêwîst bike, êdî Kurd xwediyê wê îrade, biryardarî û tecrûbeya şer in ku ne tenê li çar bereyan lê belê li pênc bereyan jî şer bikin. Ji xwe, eger Kurd nebin xwedî îrade û biryardariya şerê li pênc bereyan, ew nikarin li Rojhilata Navîn xwe bigihînin jiyana azad û demokratîk.

Bêguman Tevgera Rizgariya Kurd naxweze bi ti dewletê û hêza siyasî re şer bike. Eger ne mecbûr be, xwe dûrî şeran digire. Lê belê, rastiya mêtingeriya qirker li Rojhilata Navîn li ser Kurdan ferz kiriye ku pêwîst bike li pênc bereyan jî şer bikin.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA