Stenbol di bin lehiyê de ma

Stenbol ya ku bajarê herî mezin ê Tirkiyeyê ye, ji ber binesaziya qels di bin lehiyê de ma.

Stenbol a ku bajarê herî mezin ê Tirkiyeyê ye, ji ber binesaziya qels di bin lehiyê de ma. Di destê sibehê di saet 08.00’an de baranê dest pê kir û bajar di bin avê de ma.

Barana ku destê sibehê dest pê kir, bajar di binê avê de hişt. Kesên ku di wê saetê de diçûn karê xwe ji ber hilweşandina binesaziya bajêr li rawestgehên otobusan mahsûr man.

Li Stenbolê park û baxçe di binê avê de man, seleb teqiyan û rêyên sereke bûn kanala avê. Ji ber ku li gelek cihan av bilind dibe, gel berê xwe dide cihên bilind. Ji ber ava ku kete nav metrobus û îstasyonên metroyan gelek kes mexdûr bûn.

Li ser medyaya civakî gel henekê xwe bi desthilatdariya AKP û Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Kadîr Topbaş kir.

Va ye dîmenên Stenbolê.