STE: Dilê wî dixebite bes e!

STE: Dilê wî dixebite bes e!

Girtiyê nexweşê dil Abdullah Kalay, ji ber rapora ku Saziya Tiba Edlî (STE)’ê ya wekê ‘dilê wî dixebite. Bila di girtîgehê de bimîne’ li girtîgehê terkî mirinê hat kirin. Kalay di nameya ku şand de diyar kir ku sûcdarê her mirineke girtîgehê STE, Wezareta Dadê û Dewlet e.

Rewşa girtiyê nexweşê giran Kalay, ji aliyê Nexweşxaneya Pêkanîn û Lêkolînê ya Fakulteya Tipa Zanîngeha Kocaeliyê ve hate belgekirin. Nexweşxaneyê diyar kir ku Kalay berê krîza dil derbas kiriye û ji ber vê yekê li cihên girtî yên wekê girtîgehê, qerebalix û rîska enfeksiyonê heye nikare bimîne. Nexweşxaneyê got rîska jiyana wî heye û divê ceza bê taloqkirin.

Lê tevî raporê tahliyeya Kalay nayê kirin. Ji STE’ê divê rapora nikare di girtîgehê de bimîne pêwîst e.

Li ser rapora nexweşxaneyê Kala sewqî Lijneya Îstîsasa 3’emîn Saziya tipa Edlî ya Stenbolê hat kirin. Lê di dema sewqkirina nexweşxaneyê de derket holê ku rapor nekirine dosyayê.  Kalay rapor nîşan da lê piştguhkirin. Di encama pêvajoya mehekê de hat gotin ku ne di çarçoveya nexweşiya giran de ye û dilê wî dixebite.

Rapora STE’yê beyî muayeneya kardiyologan hat sazkirin. Kalay bi hevkariya parêzerên xwe îtîraz kir. Dîsa pêvajoya nexweşxaneyê destpê kir. Ji nû ve tetkîkên tibî hatin kirin.

Di 17’ê Îlonê de cara sêyemîn sewqî STE’ê hat kirin. Dilê wî bi streskopê hat guhdarkirin û muayene hat bidawîkirin.

Lijneya Îhtîsasa sêyemîn  got ku rewşa Kalay baş e, der barê kêmasiya dil de tiştek nehatiye tespîtkirin û şand Lijneya Giştî ya STE’ê.

Kalay diyar kir ku bi rapora STE’ê deriyê mirinê ji wî re hatiye vekirin û got ku bepirsê mirinên girtîgehan STE, Wezareta Dadê û Dewlet e. Kalay bang li raya giştî û saziyên demokratîk kir bêdeng nemînin.