SKB: Ji bo Farqînê em rabin ser piyan!
Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) terora dewletê ya li navçeya Farqîn a Amedê protesto kir.
Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) terora dewletê ya li navçeya Farqîn a Amedê protesto kir.
SKB’ê ya daxuyaniyek nivîskî weşand got, “AKP’a têkçûna hilbijartina 7’ê Hezîranê, xwişk û biratiya gelan hezm nekir û îradeya gelan tine hesiband; ku xwe dispêre ji sedî 49 dengên di hilbijartina 1’ê Miijdarê de bi komkujî, polîtîkayên şer, hîle, şantaj û dizîyê bi dest xist stratejîya şerê qirêj didomîne. Bi awayekî hovane êrîşî Têkoşîna Azadiya Kurd, berxwedana xwerêveberî û xweparastinê dike.”
SKB’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ku AKP di serî de bi medyaya alîgir, nîjadperest, faşîst bi hemû hêzên xwe topyekûn êrîş dike û li gelek bajarên Kurdistanê qedexeya derketina kolana îlan kiriye. SKB wiha dewam kir, “Bi van komkujî û dorpêçan armanc dike ku gelê Kurd esîr bigire, hêzên demokrat û şoreşger ên Tirkiyeyê bitirsîne.” SKB’ê di daxuyaniya xwe de got, “Piştî daxuyaniya Wezareta Karên Hundir ku got ‘Pêwîste sê taxên Farqînê ji nexşeyê bên rakirin’ tank li giran hatin bicihkirin, bi çekên giran avahî dan ber topan, êrîşên ku 8 sivîl hatin qetil kirin didomin. Her sê taxên ku bi wesayîtên zirxî bi yên polîsan hatine dorpêçkirin ji aliyê tîmên taybet ve tên gulebarandin.
ROJ ROJA YEKÎTÎ Û RAPERÎNÊ YE
Di dewama daxuyaniyê de ev xisûs hat diyarkirin:
“Li hemberî birçîbûn û şîdeta şer pêwîst e em li rex jinên Farqînê bin. Berxwedanê di eniya jinan de pêş bixin. Azadiya gelên Tirkiyeyê di azadiya kolanên Kurdistanê re derbas dibin. Roj roja ku bi çeperên xwişk û biratiya gelan kolan bên azadkirin! Roj roja li hemberî şerê qirêj mil bi mil berxwedan e. Roj ew roj e ku bi şîara ‘An em hemû bi hev re yan jî ne yek ji me’ em rabin ser piyan.”