Siyasetmedarê Kurd Behadîn Nûrî rehmet kir

Nivîskarê Kurd û Sekreterê Berê yê Hizba Komûnîsta Iraqê Behadîn Nûrî di temenê xwe yê 93 salî de ji ber şewba koronayê rehmet kir.

Behadîn Nûrî yê ji Tekê ya Qeredaxe û di sala 1927’an de ji dayik bûye, di temenê 93’ê saliya xwe de ji ber pêketina şewba vîrûsa Koronayê rehmet kir.  Nûrî di sala 1946’an de bûye Endamê Hizba Komunîst .

Di sala 1949’an de dibe sekreterê vê partiyê. Sala 1953’yan de ji aliyê rêveberiya wê demê ya Iraqê ve tê girtin. Biryara darvekirina wî tê dayîn, piştre ji ber zextan ew biryar tê hilweşandin û cezayê hetahetayî lê tê birîn. Di sala 1958’an de jî tê berdan.

Behadîn Nûrî di van salên dawî de nexweş bû û ev 10 roj bûn bi vîrûsa koronayê ketîbû. Îro danê sibehê rehmet kir.