SIBE ROJA DAWÎ YE: Qeyda xwe kontrol bikin!

Ji bo dengdêrên li derveyî welat, dema lêpirsîna li qeyda dengdêriyê ku 2'ê Gulanê dest pê kir, sibe (12'ê Gulanê) diqede.

Dengdêrên li derveyî welat ji bo karibin di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de dengê xwe bidin, divê herî dereng heta 12'ê Gulanê roja Şemiyê (sibe) li gorî dema Ewropayê saet 16'an serî li konsolosxaneyekê bidin û qeyda xwe çêbikin. Her welatiyê Tirkiyeyê ya jî hemwelatiyê heta 12'ê Gulanê 18 saliya xwe temam kiriye, divê bi xwe biçin konsolosxaneyan û qeyda xwe ya dengdêriyê çêbike. Kesên dikarin deng bidin, divê heta sibe saet 16'an bi pasaporta xwe biçin konsolosxaneyê û qeyda xwe çêbikin. Naxwe wê nikaribin dengê xwe bidin.

Dengdêrên ku di hilbijartinên bihurî de dengê xwe dane jî divê kontrol bikin bê qeyda wan a dengdêriyê heye yan na.

Qeyda dengdêriyê li vê navnîşanê dikare bê kontrolkirin:

https://secmen.ysk.gov.tr/ysk/secmenBilgiYurtdisi.jsp