Şexsiyeta Erdogan - Cemîl Bayik
Şexsiyeta Erdogan - Cemîl Bayik
Şexsiyeta Erdogan - Cemîl Bayik
Li Tirkiyeyê vê gavê serokkomarek tune ye. Heta serokekî dewletê yê partiyî jî tune ye. Tayyîp Erdogan wekî ku serokê partiyê ye diaxive. Ji vê hêlê ve ew bi xwe hê jî Serokê Giştî yê AKP’ê ye. Hemû neteweyê temsîl nake. Temsiliyeta kurdan li dera hanê bihêlin jixwe neyartiya kurdan dike. Erdogan di axaftinên xwe yên dawiyê de bi zelalî daye nîşandan ku çawa li kurdan dinêre.
Di kesayeta Tayyîp Erdogan de giraniya hegemonîk esas e. Ne xwediyê şexsiyeteke demokrat e. Heta şexsiyeta demokratîk ji bo xwe wek lawaziyekê dibîne, her gavê paranoyaya ku kontrolê di destê xwe de bigire dijî. Xwe têrbaş diecibîne. Ev ecibandina wî di asta narsîzmê de ye. Van taybetiyan bi mirovek, heta bi serokekî partiyê re hebe heta radeyekê tê famkirin û tê tehamûlkirin. Lê belê van taybetiyan gava ku bi quretî, şovenîzma neteweya serdest û bi karektera xwemezindîtinê ve tê gel hev şexsiyeteke gelek kirêt û ûcûbe derdixîne holê. Ger pisporeke derûnasê civakî axaftinên Erdogan ên di demên dawiyê de ji bo HDP’ê dike hilgire dest di encamê de nirxandinên balkêş dikare derkeve holê. Gava ku şovenîzma neteweya serdest tevlî karektereke wisa dibe encama wê dikare bibe pirtûkek. Ev şovenîzma neteweya serdest ger ku ji aliyê yekî ku bi eslê xwe ne tirk e ve bê kirin, ev rewş dê kîjan teşeyê bigire dikare were nirxandin. Bi rastî jî şexsiyeta Tayyîp Erdogan bûyereke tipîk e û rewşa fenomenekê de ye divê were dahûrîn. Dahûrandineke wisa jî hewce ye. Ji ber ku şexsiyetek di vê derûniyê de be ne tenê xwe her wiha civakê jî dixe nava xetereyên mezin.
Ji bo Tayyîp Erdogan nirx tune ye yan jî tekane nirxa wî ew e ku ji bo bigihêje mebesta xwe her tişt rewa ye. Di eslê xwe de vê gavê DAIŞ jî dibêje “Ji bo mebestê her tişt rewa ye” û hemû rêyên qirêj û yên dij mirovatiyê bi kar tîne. Tayyîp Erdogan jî versiyoneke din a vê ferasetê ye. Ji bo berjewendiya xwe dikare hevalê xwe yê herî nêz jî bifiroşe, ger karibe bazariyeke baş bike mirov an jî nirxa ku nefiroşe tune ye. Ji xwe ji ber ku derdora Erdogan a nêz bi vê taybetiya wî dizanin li hember tu xeletiyên wî dernakevin û hêza ku rexne bikin bi xwe re nabînin. Bi Tayyîp Erdogan re qet xwe rexnekirin tune ye, tenê rexnekirin û sûcdarkirin heye.
Yek ji taybetiyên zilaman a herî diyar e: Gava ku li hember xwe jinekê dibînin biçûk dibînin, dengê xwe bilind dikin û pê re dixeyidin. Ev kompleksa serweriyê ye. Rêveberên neteweyên serdest jî gelên bindest dikin dewsa jinan an jî wekî jinên xwe dibînin. Her gavê ji jor ve dinêrin, her gavê bi wan re dixeyidin. Nêzîkayiya serwerên tirkan ji bo kurdan her gavê wisa bûye. Nêzîkatiya Erdogan jî ya ji bo kurdan wisa ye. Bêguman Erdogan bi feraseta xwe ya hegemonîk li partiyên siyasî yên din jî ji jor ve dinêre, bi vî awayî şexsiyeta xwe ya hegemonîk, desthilatdar û ne demokrat derdixîne holê. Lê gava ku li hember wî kurd hebin wan tune dibîne û dieciqîne. Ziman û şêwaza êrîşkar a ku di demên dawiyê de ji bo HDP'î û hemû kurdan bi kar tîne vê karektera wî derdixîne holê.
Bi vê ferasetê re mirov nikare behsa pêvajoya nepevçûnê bike. Ji xwe tu demî pêvajoya çareseriyê ya rasteqîn çênebû. Tenê pêvajoya nepevçûnê ya ku Tevgera Azadiya Kurdan pêk aniye heye. Di vê pêvajoyê de Serokê Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê xwest ku Hikûmeta AKP’ê bixe nav pêvajoya muzakere û çareseriyê. Lê ev yek pêk nehat. Di eslê xwe de AKP bi devkî digot ‘pêvajoya çareseriyê’ lê di bingeha xwe de civaka tirkan û kurdan dixwest bixapîne. Hêrsa Erdogan a vê gavê jî ji ber ku dizane êdî nikare bixapîne, ji lewma ye. Gava ku fam kir polîtîkayên xapandin û mijûlkirinê nayê qebûlkirin, karekterê xwe yê rast derxistiye holê. Di bin êrîşên wî de ev rastî veşartîne.
Hikûmeta AKP’ê dixwaze zagoneke nû derxîne yan jî hin guhertinan di ‘Zagona Têkoşîna Terorê’ de çêbike, ev yek jî bi awayekî şênber nîşan dide ku AKP ne xwediyê feraset û polîtîkaya çareseriyê ye. AKP ji dêvla ku pirsgirêkên kurdan bi gavên demokratîk û feraseteke demokratîk çareser bike bi zor û zordariyê dixwaze binpê bike. Her hal wisa difikire ku ew ê kurdan bi van rêbazan bêdeng bike û radest bigire. Ev rastî jî nîşan dide ku bê Tirkiyeyê ev mesele çiqas fam nekiriye. Bi Tirkiyeyê re bi awayekî demokratîk geşedanê bingeh nagire. Dixwaze kurdan bi polîtîkayên zordarî û bişaftinê ji qirkirina çandî ber bi tirkbûnê ve bibe. Armanca wê domandina vê polîtîkaya klasîk e. Hin nermkirin û sistkirinên asîmilasyonê yên di warê çandî de jî bi tenê ji bo veşartina vê rastiyê ne.
Yên ku xwedî vê zîhniyet û ferasetê di warê pirsgirêka kurd de çareseriyê ne, neçareseriyê diparêzin. Ev yek jî dê alozî û şer girantir bike.
Çavkanî: Azadiya Welat, Yeni Ozgur Politika