Şervanê YPG'ê Kaya li Îngilîstanê hat bibîranîn

Şervanê YPG'ê Kaya li Îngilîstanê hat bibîranîn

Şervanê YPG'ê Gelhat Gabar bi nasnav Ercan Kaya yê di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da, li Navenda Civaka Kurd a Haringeyê hat bibîranîn.

Şervanê YPG'ê Gelhat Gabar bi nasnav Ercan Kaya ê di 28'ê Cotmehê de di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da, Li Haringey-Îngilîstanê hat bibîranîn. Li gel birayên Kaya gelek Kurdistanî beşdarî merasîma bîranînê bûn.

Merasîma bîranînê, piştî deqeyeke rêzgirtinê bi axaftina endamê Melcîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Ercan Akbal destpê kir. Akbal di axaftina xwe de diyar kir ku berxwedana Kobanê ya zêdeyî du meh in dewam dike di dîroka Kurdan de rûpeleke nû vekiriye û anî ziman ku ev dîroka berxwedanê ya lehengî bi xwîna şehîdan hatiye nivîsandin.

Piştî axaftina Akbal, ap Sadik Kaya mafê axftinê wergirt û anî ziman ku Gelhat Gabar 22 sal bûn di nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de cih digirt.

Kaya got, "5 roj berî şehadeta wî, bi telefonê em bi Gelhat Gabar re axivîn. Dengê çekên giran dihat. Ji ber ku rewş ne musaît bû em zêde neaxivîn. Piştî 5 rojan me bihîstin ku bi 9 hevalên xwe re şehîd ketiye. Me bihîst ku guleya li Gelhat Gabar ketiye, ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye teqandin."

Kekê Gelhat Gabar Mehmet Gabar jî di axaftina xwe ya li merasîmê de destnîşan kir ku ew ê xwedî li mîrateya birayê xwe derkevin û di rêya wî de bin.

Piştî axaftinan, sînevîzyonek ji axaftin û wêneyên Gelhat Gabarê hat nîşandan û dûre xwarin li beşdaran hat belavkirin. Piştî xwarinê jî malbatê serdanên sersaxiyê qebûl kir.