Şervana MLKP'ê Medîne Ozmen li Stûttgartê hate bîranîn
Şervana MLKP Rojava Medîne Ozmen (Roza Rênas), ku di 20'ê Adara 2017'an de, di pêvajoya amadekariya şerê şoreşger de jiyana xwe ji dest da, li Stûttgartê hate bîranîn.
Şervana MLKP Rojava Medîne Ozmen (Roza Rênas), ku di 20'ê Adara 2017'an de, di pêvajoya amadekariya şerê şoreşger de jiyana xwe ji dest da, li Stûttgartê hate bîranîn.
Li Marktplatz a Stûttgartê, di mîtînga ji bo destekkirina grevên birçîbûnê û ESP'ê de Medîne Ozmen jî hate bîranîn.
Li ser dika mîtîngê, wêneyê Medîne Ozmen hate daliqandin. Li ser navê MLKP'ê li vir axaftinek hat kirin û daxuyaniya Fermandariya Akademiya Huseyîn Demîrcîoglû ya MLKP'ê hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Endama partiya me, rêxistina me ya jinan a komunîst û rêxistina me ya ciwanan a komunîst hevrê Roza Rênas (Medîne Ozmen), di 20'ê Adara 2017'an de di dema amadekariya şerê şoreşgerî de tevlî karwanê nemiran bû. Rojek beriya Newrozê, me li cihekî dîrokî, şervaneke xwe ya jin a komunîst a ji Amedê, ku 21 salî bû, ber bi bêdawîtiyê oxir kirin. Em ê mêtîngeriyê ji hev bixînin, em ê kapîtalîzm û sîstema ji serdestiya mêr hilweşînin."
Di mîtîngê de gelek caran dirûşmên "Medîne Ozmen namire", "Roza Rênas namire", "Şehîd namirin" hatin qîrîn.
Çalakiya bîranînê bi qîrîna dirûşme û lêdana li çepikan qediya.