Serpîl Kemalbay bû namzeta HDP'ê ya ji bo Serokatiya Meclîsê
HDP'ê, parlamentera xwe ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay ji bo Serokatiya Meclîsê kir namzet.
HDP'ê, parlamentera xwe ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay ji bo Serokatiya Meclîsê kir namzet.
Di encama nîqaşên desteyên pêwendîdar ên HDP'ê de, parlamentera Îzmîrê Serpîl Kemalbay bû namzeta HDP'ê ya ji bo Serokatiya Meclîsê.
Serlêdana namzetiya Kemalbay wê îro saet 15'an ji aliyê heyeteke bi serokatiya Serokwekîla Koma HDP'ê Fatma Kûrtûlan ve pêşkêşî Serokatiya Meclîsê bê kirin.