Serokwezîrê Urdunê îstifa kir
Serokwezîrê Urdunê Hanî Mûlkî, piştî nerazîbûnên gel neçar ma îstifa bike.
Serokwezîrê Urdunê Hanî Mûlkî, piştî nerazîbûnên gel neçar ma îstifa bike.
Çavkaniyên hikûmetê ragihand ku îro piştî nîvro Serokwezîr Hanî El Mûlkî îstifaya xwe radestî Qral Abdûllah kir. Hate ragihandin ku qral jî îstifa Mûlkî qebûl kiriye.
Ji Çarşema burî ve çalakiyên protestoyê yên gel zêde bûn. Roja Yekşemê jî 5 hezar kes li pêşiya avahiya Serokwezîr li hev civiyan û daxwaza betalkirina hikûmetê kirin.
Serokwezîr Hanî Mûlkî ji bo deynên welat kêm bike, polîtîkayên kemer şidandinê xist meriyetê. Hêrsa gel jî li divî van polîtîkayan zêde bû.
Qral Abdûllah ji bo hêrsa gel a li kolanan kêm bike ragihandinbû wê roja Duşemê (Îro) daxwaza îstîfaya Serokwezîrê Urdun Mûlkî bike. Çalakgeran daxwaza îstifaya Mûlkî dikir. Mûlkî di Gulana 2016’an de bi erkê ku aboriyê baştir bike weke serokwezîr hatibû tayînkirin.