Serokwezîrê Iraqê spasiya PKK kir
Serokwezîrê Iraqê spasiya PKK kir
Serokwezîrê Iraqê spasiya PKK kir
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî spasiya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kir û diyar kir ku ger Tirkiye di nava xaka Iraqê operasyonekê bike, wê bi her awayî bersivê bidin.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî roja 10’ê Cotmehê de di hevpeyvînek li gel televîzyona El Hura ku li Amerîka bi Erebî weşanê dike re li ser rewşa dawî ya Iraqê û der barê rewşa Kurdan li Tirkiyê de jî axivî.
Ebadî diyar kir ku PKK’ê di mijara parastina sivîlan de rola rêxistinên navneteweyî yên alîkariyê lîstiye û wiha got: “Ji bo vê jî ez spasiya wan dikin. PKK mirovên ku tehdîda DAIŞ’ê li ser wan heye, diparêze û ev kiryarek mirovane ye. PKK sivîlan diparêze û dixwaze wan derbasî ciheke bi ewle bike. Bi vî awayî rola rêxistina alîkariyê ya navneteweyî dileyîze. Bi gotinek din PKK’ê erka wan pêk anî.”
Serokwezîrê Iraqê der barê tezkereya derveyî sînor a li parlamentoya Tirkiyeyê hatî dirêjkirin jî wiha got: “Ger êrîşek li hember PKK’ê li ser axa me çêbibe, em ê li dij dekevin. Kîjan dewlet dibe bila bibe, ger mudaxeleyî axa Iraqê bikin, em ê bi çavên dijmin lê temaşe bikin.”
Heyder Ebadî der barê têkîliyên hikûmeta Iraqê bi PKK’ê re jî wiha got: “Niha di navbera PKK û Tirkiyeyê de muzakere heye. Ger Tirkiye bi wan re muzakere dike, em çima têkilî daynenin, çima em ji bo parastina sivîlan bi PKK’ê re li hev nekin?”