Serokwezîrê Fransayê: Divê em ji bo dostên xwe yên Kurd bikin
Serokwezîrê Fransayê: Divê em ji bo dostên xwe yên Kurd bikin
Serokwezîrê Fransayê: Divê em ji bo dostên xwe yên Kurd bikin
Serokwezîrê Fransayê Manuel Valls, ji bo Kobanê banga "xwedî li berpirsyariyên xwe derkeve û hemû tedbîran bigire" li Tirkiyeyê kir. Valls got, "Divê em vê yekê ji bo dostên xwe yên Kurd bikin."
Piştî ku Serokkomarê Fransayê François Hollande Kobanê weke "bajarê şehîd, bajarê sembola şer" îlan kir û banga "vekirina sînor" li Tirkiyeyê kir, Serokwezîr Manuel Valls jî heman bang dubare kir.
Valls, di bersiva ji bo pirsa Serokê Koma Partiya Sosyalîst a li Meclîsa Neteweyî Bruno Le Roux a li ser Kobanê de got, "Li vê Meclîsê ez dixwazim bi xurtî bêjim; li dijî hevrikekî ku dixwaze bi wergirtina vî bajarî re kilîdeke stratejîk a li herêmê kontrol bike, bang li Tirkiyeyê dikim ku xwedî li berpirsyariyên xwe derkeve û hemû tedbîrên li ser tê ferzkirin, werbigire."
Valls got, "Divê em vê bikin, ji ber ku li dijî terorîzm û barbartiyê em vê têkoşînê dimeşînin. Divê em vê bikin, ji ber ku aramî rewşeke lezgîn e ji bo herêmê. Divê em vê yekê ji bo dostên xwe yên Kurd bikin."
Valls diyar kir ku Fransa ya di rewşa heyî de bi tenê li Iraqê angaje bûye, alîgirê nêrîna Enqereyê ya avakirina "herêma tampon, herêmeke ewle ye" û banga Serokkomar François Hollande dubare kir: "Her kesê di pozîsyona tevgerê de ye, divê bikeve nava tevgerê, hema niha, di dema herî kurt de."
Valls banga zêdekirina rîtma êrîşên hewayî kir.