Serokkomarê Îranê li Enqereyê ye

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ji bo bi hempîşeyê xwe Yê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re rûnê serdana Enqereyê kir.

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ji bo bi Erdogan re rûnê û tevlî civîna 8'emîn a Konseya Hevkariya Asta Bilind a Tirkiye-Îranê bibe, hat Enqereyê.

Balafira ku Reîsî û heyeta pê re tê de bû, saet di 13:45'an de daket Balafirgeha Esenboga ya Enqereyê. Heyetek ku Erdogan jî di nav de bû bi merasîmekê Reîsî pêşwazî kir.

Tê payin ku di hevdîtina fermî ya navbera Erdogan û Reîsî de mijarên herêmî bêne nirxandin.

Ev hevdîtin di demeke welê de tê kirin ku şerê navbera Hamas-Îsraîlê dewam dike, Îsraîl êrîşê dibe ser Îranê û hêzên alîgirê Îranê, Îranê êrîş bir ser Hewlêrê û dewleta Tirk êrîşên dagirkeriyê li hemberî Kurdan dike.