Serokkomarê Çekya: Tirkiye hevalbendê DAÎŞ'ê ye!

Serokkomarê Çekyayê Milos Zeman nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdan da û diyar kir, dewleta Tirk di pratîkê de hevalbendê DAÎŞ'ê ye.

Milos Zeman li bajarê Vintirov ê li rojavayê Çekyayê di civîneke cemaweriyê de axivî û diyar kir, Tirkiye di pratîkê de hevalbendê DAÎŞ'ê ye.

Zeman got, "Çima êrîşî Kurdan dikin? Ji ber ku ew (Tirk) di pratîkê de hevalbendê DAÎŞ'ê ne."

Zeman diyar kir, dema ku DAÎŞ'ê li Sûriye û Iraqê qadeke girîng dagir kiribû, Tirkiyeyê "navbeynkarî ji hin operasyonên îkmalê re dikir."

Zeman got, "Li gorî hin agahiyan, Tirkiye ku endamê NATO'yê ye û dixwaze bibe endamê Yekîtiya Ewropayê, di hin operasyonên îkmalê yên DAÎŞ'ê de navbeynkarî kir (...) Bi taybetî îxracata petrolê û hin operasyonên lojîstîkî dihatin kirin."

Zeman da xuyakirin, Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan hesaban li ser Îslamîkirina Tirkiyeyê dike û diyar kir, Tirkiye êdî dewleteke ku bi vekirî dibêje ew dewleteke laîk nîne, xwedî îdeolojiya îslamî ye. Zeman got, "Ji aliyê mantiqî ve ji ber vî fikrê xwe nêzî radîkalên Îslamî ye û êrîşî Kurdan dike."