Serokên partiyên siyasî di rêya Kobanê de ne

Serokên partiyên siyasî di rêya Kobanê de ne

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) û Meclîsa Partiyê (PM) ên HDP’ê û ODP, Halkevlerî û serokên pêkhateyên HDP’ê jî di nav de gelek partiyên siyasî wê biçin sînorê Kobanê.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, endamên MYK û PM ên HDP’ê û ODP, Halkevlerî û serokên pêkhateyên HDP’ê jî di nav de gelek partiyên siyasî ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ wê biçin sînorê Kobanê û daxuyaniyeke girseyî bidin.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, endamên MYK û PM a HDP’ê û ODP, Halkevlerî û serokên pêkhateyên HDP’ê jî di nav de wê gelek partiyên siyasî ji bo balê bikişînin ser  êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê biçin Pirsûsê û li sînorê Kobanê daxuyaniyeke girseyî bidin. Seroka Giştî yê ESP’ê Sultan Ulusoy, Hevserokê Giştî yê SYKP’ê Tuncay Yilmaz, Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan, Serokê Giştî yê SDP’ê Ridvan Turan, Hevberdevka Partiya Pêşaroja Çepgir û Keskan Sevîl Turan û Hevseroka Giştî ya ODP’ê Bîle Seçkîn Çetînkaya, Seroka Giştî ya EHP’ê Sîbel Uzun û Alîkarê Serokê Giştî yê Halkevlerî Samut Karabuluk wê beşdarî daxuyaniyê bibin.