Serlêdana malbatan a ji bo çûna Îmraliyê hate redkirin

Serlêdana malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ya malbatên girtiyên li Îmraliyê, bi hinceta cezayê dîsîplînê hate redkirin.

Serlêdana malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û serlêdana malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ya ji bo hevdîtinê ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve hat redkirin.

Mehmet Ocalan ji bo hevdîtinê bi birayê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bike, Alî Konar jî ji bo hevdîtinê bi birayê xwe Omer Hayrî Konar re bike, Polat Yildirim jî ji bo bi birayê xwe Hamîlî Yildirim re hevdîtinê bike û Melîhe Çetîn jî ji bo bi birayê xwe Veysî Aktaş re bike bi rêya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Lê belê serdozgeriyê bi hinceta cezayê dîsîplînê serlêdanên malbatan red kir.