Serlêdana Îmralî hate qebûlkirin, wê 28'ê Sibatê daxuyanî bide

Serlêdana ku Şandeya Îmralî ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re pêk anî, hate qebûlkirin. Ahmet Turk jî vê carê wê di şandeyê de cih bigire.

Wezareta Edaletê serlêdana Şandeya Îmralî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) erê kir. Şande wê sibe bi Rêber Apo re ku li Girava Îmraliyê di bin tecrîdê de ye, hevdîtinê bike.

Li gorî agahiya ku ji aliyê Şandeya Îmralî ve hatî piştrastkirin, siyasetmedar Ahmet Turk jî wê di hevdîtinê de cih bigire.

28’Ê SIBAT WÊ DAXUYANÎ WERE DAYÎN

Hat zanîn ku şande wê piştî hevdîtinê roja 28’ê Sibatê daxuyanî bide çapemeniyê. Hat diyarkirin ku têkildarî hevdîtinê û encamên wê agahî bên dayîn.