Serlêdana 75’an a hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin

Serlêdana daxwaza hevdîtinê ya malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din, cara 75’emîn hate redkirin.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û xwişka wî Fatma Ocalan bi boneya hevdîtinê roja înê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Dozgeriyê îro bersiva serlêdanê da û red kir.

 Malbatên Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş ên li heman girtîgehê dimînin jî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. Dozgeriyê serlêdana her sê malbatan jî red kir.

 Malbat ji 11’ê îlona 2016’an ve nikarin bi xizmên xwe re hevdîtinê bikin û ev cara 75’an e serlêdana wan tê redkirin.