Serdanên heyeta Efrînê didome

Serdanên heyeta Efrînê didome

Heyetek ji Kantona Efînê ku ji roja yekşema borî de li Norveçê ye, bi partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û Kurdên Norveçê re hatin cem hev.

Seroka Kantona Efrînê Hêvî Mistefa, wezîrê Karê Derve Cafer Silêman û cigirê wî Cîhan Mihemed roja yekşemê li bajarê Stavanger bi Kurdan re hatin cem hev.Heyetê der barê geşedanên dawî yên Efrîn û Rojava de agahdarî kir.

Heyet  roja Duşemê li Osloyê tevli semînereke ku nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl jî nav de bûn, bû. Endamên Heyetê li vir der barê organîzasyonên jinan, pergala parastinê û bingeha aboriyê de pêşandan kir. Heyetê da zanîn ku di alî xurek û dermanan de pirsgirêkan dijîn û got ew li bende piştgiriya partî û rêxistinane.

Heyet duh êvarê saet di 17.00’an de li Komeleya Çanda Kurd ya Osloyê bi Kurdan re hatin cem hev.Heyeta Kantona Efrînê ku ev 4 roje li Norveçê ye, serdanên xwe didomîne.