Serdana Erdogan a Swêdê ji niha ve rastî nerazîbûnan tê

Serdana Erdogan a Swêdê ji niha ve rastî nerazîbûnan tê

Serokwezîrê Tirk ji bo hinek hevdîtinên fermî wê di 6-9’ê Mijdarê de welatên Finlandiya, Swêd û Polonya ziyaret bike. Di roja 7’ê Mijdarê de Erdogan wê bi Serokwezîrê Swêdê Fredrik Reinledt, Serokê Parlementa Swêdê Per Westerberg û bi kralê Swêdê Carl XVI Gustaf re hevdîtinan bike. 

Beriya Erdogan here Swêdê, hê ji niha ve nerazîbûnên li dijî çûyîna Erdogan ya Swêdê li hemû cade û binahiyên hikumetê bi pankartên ku wêneyê Erdogan li sere, di wêne de kumê ku El Kaîde li serê xwe dikin li serê Erdogan kirine û bi rihên dirêj ên wekî yê El Kaide bi Erdogan ve kirine. Di binê wênede jî nivîsandine, ‘Serokê Rêxistina El Kaide El Nusra û qatîlê gelê Kurd em hatina wî ya Swêdê protesto dikin.’ cih girtine.   

Konseya Kurd a Swêdê, Federasyona Elewî ya Swêdê, Komeleya Asurî-Suryani-Keldanî û Komeleya Çand û li hevkirinê ya Tirkiye li Swêdê jî daxuyaniyek hevbeş dan û ji ber hatina Erdogan, derbarê bûyerên di dema dawiyê de li Kurdistanê diqewimin ji gelê Swêdê re belavok belav kirin û agahdar kirin.

Di daxuyaniya ku ji bo hemû partiyên siyasî, parlementer, rêxistinên civaka sivîl re hatine şandin têde behsa pêvajoya aştiyê ya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd ve hat destpêkirin û bûyerên piştî wê rûdan, berxwedana Parka Gezî û nêzîkatiyên hikûmeta AKP’ê li ser Rojavayê Kurdistanê têde cihê xwe digrin.

Di daxuyaniya ku hevbeş de hatiye amadekirin û ji bo hemû aliyên siyasî û rêxistinên Sivîl hatine şandin de wiha ye: 

"Li ser banga Ocalan ji bo rawestandina xwînê û pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane bê çareser kirin, PKK’ê agirbest îlan kir û ji nava sinorên Tirkiye vekişiyan. Li beramberî vê çendê jî hikûmeta AKP’ê ti pêngavek ya demokratîkbûyînê neavêt. Di pakêta ku bi navê ‘ Pakêta Demokrasî ’ hate binav kirin de jî, ji bo Kurdan, Elewî, Asurî- Suryanî û grubên din ên kêm netewe ti daxwaz û hêviyên wan ne hatin bicih. Di bin navê KCK’ê de 10 hezar girtiyên Kurd hîna di girtîgehan dene. Tevî her tiştî jî hewl dide pêvajoya aştiyê xira bike, jimara cerdevanan zêde kir, qereqol û bendavên nû çêdike. Erdogan bi welatên wekî Siudî û Katar re alîkarî dide komên çete û ji bo Kurd li Rojava statuya xwe bi dest nexin çi ji destê wan tê dikin. Tirkiye vê yekê bes nabîne û li ser Rojavayê Kurdistanê ambargo dike û nahêle alikariyên mirovahî derbas bibe. Herî dawî de jî hewl dide dinava bakur û rojavayê Kurdistanê de dîwarê şermê lê bike."
Di dawiya daxuyaniyê de jî tê gotin pêwîste hemû rêxistinên sivîl û hikumeta Swêd li ser Erdogan û hikumeta AKP’ê zextan bike ji bo ev pêvajoya aştî ya ku heyî bi awayekî serkefti bi encam bibe.